Rêvebirê Rûdawê xwest dahata medyayê bê parastin: Mezin berhemxur in

17-11-2023
Nîşan Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan Daha Medyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, di Kongreya Medyayê ya Cîhanî de behsa wan astengiyan kir ku di zêdekirina dahatê û parastina mafê telîfê de derdikevin pêşiya saziyên ragihandinê.

Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan li Ebû Dabiya paytexta Îmaratên Erebiyê hat lidarxistin.

Kongreya Medyayê ya Cîhanî, li cîhanê kongreya herî mezin e û Tora Medyayî ya Rûdawê wekî tekane medyaya Kurdî di kongreyê de cihê xwe girt.

Herwiha ji seranserê cîhanê rojnameger, rayedar û pisporên medyayê beşdarî kongreyê bûn û li ser gelek mijarên girîng pêşkêşî hatin kirin.

Kongre bi dirûşma “Diyarkirina Paşeroja Sektora Medyayê” di navbera 14 û 16ê Çiriya Paşînê de hat lidarxistin û dê behsa gelek babetên wekî “teknolojiyên dijîtal, guherîna avhewayê û hişê çêkirî” hat kirin.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, roja dawî ya kongreyê, di panelekê de gotara xwe ya bi sernavê “Şêwazên Dahatê yên Berxwedêr di Serdema Dîjîtal de: Diyarkirina Nexşerêyeke Serkeftinê” pêşkêş kir.

Ako Mihemed da zanîn ku malperên nefermî li ser torên civakê berhemên saziyên medyayê werdigirin û ev jî zererê dide dahata saziyên mezin.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê diyar kir ku ev malper beyî ku ti heqekî bidin saziyên mezin berhemên wan dibin û ji xwe re dikin çavkaniya dahatê.

“Niha çîrokên me digihin hemû cîhanê”

Ako Mihemed, wiha behsa pirsgirêkên li ber saziyên mezin ên medyayê kir:

“Pêşketina teknolojiyê alîkarî daye me ku em bibin beşeke zindî ya cîhanê. Niha çîrokên me digihin hemû cîhanê lê em û şirketên din ên medyayê yên welatên din ji ber pirsgirêkekê bêzar in.

Ev pirsgirêk jî ev e ku torên civakî û şirketên weşana dijîtal berhemên medyayên neteweyî dibin bêyî ku ti dahatekê ji wan re dabîn bikin.”

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê amaje bi “Rêbazên Kanadayê” kir û bi bîr anî ku Kanadayê hezîrana îsal qanûna “Nûçeyên Online” derxistiye.

Ako Mihemed destnîşan kir ku ev rêbaz dêwên teknolojiyê yên wekî Meta û Google mecbûr dike ku beşekê ji dahata nûçeyên tora xwe bidin kanal, rojname û radyoyên Kanadayî.

Di dabeşkirina dahatê de cudahî heye

Revebirê medyaya herî mezin a Kurdistanê Ako Mihemed diyar kir ku torên civakî yên wekî Facebook û Googleyê di dabeşkirina dahatê de li gorî herêman cudahiyê dikin.

Ako Mihemed got, “Eger li Ewropayê di YouTubeyê de 10 hezar dîtinên we hebin, daha vê beramber bi 10 hezar dîtinên li Îraq û Sûriyeyê gelekî zêdetir dibe.”

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê herwiha destnîşan kir ku şirketên teknolojiyê di hesabkirina dîtinan de jî ne adil in û pê de çû:

“Wekî nimûne, eger dîtina postên we li Danîmarkayê be, dahata we ji dahata dîtinên li Îraq û Sûriyeyê zêdetir dibe.”

Ako Mihemed bal kişand ser hinek astengên li pêşiya hinek saziyên medyayê û got, “Em yek ji wan şirketan in ku malprerên wê yên Facebook û Instagramê li Kanadayê hatine qedexekirin.”

“Ev pirsgirêkeke navdewletî û global e”

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê daxuyand ku êdî rojname ber bi kêmbûnê ve diçin û bi vî awayî behsa rewşê kir:

“Me di serdema çapxane û rojnameyên kaxezî de rojname çap dikir û difirot lê niha çapkirina rojnameyê sekiniye çimkî li Îraqê hîç rojnamayek nîne ku rojane hezar nusxeyî bifiroşe.

Dîsa li Îraqê çanda parvekirina pereyan a bi kanalan re nîne çimkî sîstemek nîne pereyan bide kanalên ku xizmetê pêşkêş dikin.

Sîstema me ya kabloyê tune, em nikarin bi awayekî din beşdarî weşana televîzyonê bibin, ev jî ji bo sazî û kanalên medyayê pirsgirêkên aborî yên hîn mezintir çêdike.

Ev pirsgirêkeke navdewletî û global e lê bandora wî li herêma me zêdetir e. Ji ber vê jî li gorî min ev kongre derfetên baş in ji bo axaftina van pirsgirêkan da ku di navbera aliyê berhemhêner û aliyên din de edalet hebe.”

Ji Kurdistanê tenê Rûdaw beşdar e

Tora Medyayî ya Rûdawê wekî tekane medyaya Kurdî di Kongreya Medyayê ya Cîhanî ya 2023yan de cihê xwe girt.

Rûdaw hevkareke girîng e di Tora Danûstandina Nûçeyan a Ewropayê (INEX) de ku zêdetirî 50 dezgehên ragihandinê yen ji welatên cuda li xwe digire.

Rûdaw herwiha tekane kanala Îraq û Kurdistanê ye ku INEXê de cihê xwe digire.

Pêwendiyeke stratejîk a Rûdawê heye bi Ajansa Medyaya Navdewletî ya Amerîkayê re.

Herwiha hevkariya Rûdawê bi tora televizyona cîhanî ya Çînê CTGN, CCTV Plus ya Çînê û Enstîtuya Lêkolînê ya Qraliyeta Brîtanyayê, Chatham House, re heye.

Dîsa hevahengiyeke çalak û nêzîk a Rûdawê bi Associated Press û AFPyê re heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst