Îsraîlê kuştina Serokê Hemasê Yehya Sînwar piştrast kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Yehya Sînwar Kuştin Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê kuştina Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwar piştrast kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz li ser kuştina Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwar daxuyaniyek belav kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Yehya Sînwar îro ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin.”

Serokwezîrê Îsraîlê jî piştî piştrastkirina kuştina Yehya Sînwar axivî û got:

“Heta ku hemû dîl neyên rizgarkirin Şerê Xezeyê dê bi dawî nebe.

Hemas dê careke din nikare Xezeyê kontrol bike.”

Artêşa Îsraîlê jî kuştina Yehya Sînwar bi fermî ragihand.

Medyaya fermî ya Îsraîlê ragihandibû ku Yehya Sînwar hatiye kuştin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê ji AFPyê re ragihand ku testên DNAyê nîşan didin ku Yehya Sînwar hatiye kuştin.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê da zanîn ku Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwar di operasyoneke artêşa Îsraîlê ya li Refahê de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê dîmenên êrişa li Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwar belav kirin.

Artêşê berê ragihandibû:

“Di operasyonên Îsralê yên li Xezeyê de 3 terorîst hatine kuştin.

Em lêkolînê dikin, dibe ku yek ji wan kesên hatine kuştin Yehya Sînwar be.”

Serokê berê yê Hemasê Îsmaîl Heniye 31ê Tîrmehê berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Piştî kuştina Îsmaîl Heniye berpirsê Xezeyê yê Hemasê Yehya Sînwar 6ê Tebaxê bû serokê nû yê Hemasê.

Yehya Sînwar kî ye?

Yehya Sînwar sala 1962yan li Xan Yûnisê ji dayîk bûye.

Piştî ku xwendina xwe ya lîseyê li bajarê xwe qedand û xwendina xwe li Zanîngeha Îslamî ya Xezeyê domand.

5 salan bi awayekî çalak di meclîsa xwendekaran a zanîngehê de cih girt.

Yehya Sînwar bi nêzîkbûna xwe ya bi Ehmed Yasînê ku yek ji damezirînerên Hemasê ye tê naskirin.

Wî dawiya salên 80yî di avakirina yekemîn baskê çekdarî yê tevgerê de cih girt û gelek fermanên Ehmed Yasîn bi cih anîn.

Beşdarî damezirandina yekem desteya asayîşa tevgerê bû ku bi navê “Mejd” tê naskirin û yekem berpirsê yekîneya ewlehiyê bû.

Sînwar bi kesayetiyê xwe yê tund tê naskirin.

Sînwarê ku cara yekem sala 1982yan ket girtîgehê, sala 1988an cara duyem hate girtin û 22 salan di zindanên Îsraîlê de ma.

Ew yek ji wan 1027 girtiyên Filistînî bû ku di dema bihevguhertina dîlan de li hemberî berdana leşkerê Îsraîlî Gilad Şalit a sala 2011ê hat berdan.

Sînwar sala 2017an wekî Serokê Birêvebiriya Hemasê ya Xezeyê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst