500 Filistînî hatibûn kuştin: HEDEPê êriş şermezar kir

17-10-2023
Nîşan Îsraîl Êriş HEDEP Şermezarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HEDEPê êrişa Îsraîlê ya li Nexweşxaneya El-Mamedaniyê şermezar kir.

Artêşa Îsraîlê, îşev êrişî Nexweşxaneya El-Mamedaniyê ya li Xezeyê kir.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ev êrişa Îsraîlê bi awayekî tund şermezar kir.

“Em naletê li êrişa Îsraîlê tînin”

Di daxuyaniya nivîskî ya HEDEPê de hat gotin:

“Em naletê li êrişa Îsraîlê tînin ku nexweşxaneya cihê dermankirina birîndar û nexweşan kiriye armanc.

Ev tawaneke li hemberî mirovahiyê ye. Em bangî tevên gelên cîhanê dikin ku li Rojhilata Navînê dengê aştiyê bilind bikin.”

Li aliyê din AK Partî, CHP, Partiya Çepên Kesk, MHP, ÎYÎ Partî û Partiya Seadetê bi daxuyaniyeke hevpar ev êrişa Îsraîlê şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst