Jineke ji Tirkiyeyê tevlî artêşa Îsraîlê bû: Bû rojev

17-10-2023
Nîşan Mîne Gumuşkaya Artêşa Îsraîlê Tevlîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jineke ji Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dê tevlî artêşa Îsraîlê bibe.

Jina bi navê Mîne Gumuşkaya, di parvekirina xwe de got, “Ez bawer im ku dê serkeftin a me be.”

Piştî êrişên Hemasê, gelek kes bi dildarî beşdarî artêşa Îsraîlê bûn.

Yek ji van kesan jî welatiya Tirkiyeyê Mîne Gumuşkaya ye.

Mîne Gumuşkayayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew tevlî artêşa Îsrîlê dibe û got:

“Min biryar da ku ez bi dildarî tevlî artêşa Îsraîlê bibim. Ez dê demekê ne li vir bim. Ez bawer im ku dê serkeftin a me be.”

Mîne Gumuşkayayê wêneyên xwe yên bi cil û bergên artêşa Îsraîlê û mûşekên ku nivîsên bi zimanê Îbranî li ser wan hane parve kirin.

Peyama Mîne Gumuşkayayê, di medyaya civakî de bû rojev û rastî bertekan hat.

Li aliyê din hat îdiakirin ku Mîne bi eslê xwe ji Îsraîlê ye.

Welatiyên Fransayê tevlî artêşa Îsraîlê dibin

Li gorî televîzyona BFMTVê, gelek welatî û leşkerên cîgir ên Fransayê tevlî artêşa Îsraîlê dibin.

Li aliyê din, di medyaya civakî de hat gotin ku hikûmeta Fransayê destûrê nade kesên ku dixwazin ji bo alîkariyê biçin Filistînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst