Îsraîlê ragihand: Di êrişên Hemasê de 3 welatiyên Tirkiyeyê mirin

17-10-2023
Nîşan Îsraîl Hemas Şer Welatên Biyanî Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serkonsulxaneya Îsraîlê ya Enqereyê ragihand ku di êrişên Hemasê de 3 welatiyên Tirkiyeyê mirine.

Serkonsolxaneya Îsraîlê ya Enqereyê li ser hesabê xwe yê Xê, têkildarî 196 biyaniyên ku di êrişên Hemasê de mirine agahî parve kirin.

Serkonsolxaneya Îsraîlê di daxuyaniyê de got:

“Teror, di navbera navbera ol, ziman û nijadan de cudahiyê nake.

Di encama êrişên terorê yên Hamasê de, ji 40 welatên biyanî 196 kesan canê xwe ji dest da û 96 welatan jî agahî ji welatiyên xwe negirtine.

Têkbirina terorê, dê bi têkoşîna hevpar a hemû cîhanê re pêkan be.”

Li gorî lîsteya hatiye parvekirin, herî zêde welatiyên Amarîka, Fransa, Rûsya û Ukraynayê hatine kuştin.

Bilançoya şer giran dibe

Hemasê sibeha 7ê Çiriya Pêşînê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kir.

Piştî ku Îsraîlê jî bersiv da Hemasê û êrişî Xezeyê kir, ji her du aliyan bi hezaran kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di êrişên Hemasê de heya niha herî kêm hezar 400 Îsraîlî hatin kuştin.

Herwiha di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 778 kes hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst