Hakan Fîdan: Dema wê hatiye dewleta Filistînê hebe

17-10-2023
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîda Filistîn Îsraîl Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hakan Fidan got, “Dema wê hatiye dewleta Filistînê hebe û Qudis jî paytexta wê be.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan çû serdana Libnanê.

Hakan Fîdan li paytexta wî welatî Beyrûtê ligel Wezîrê Karên Derve û Koçberan ê Libnanê Ebdallah Buhabib civiya.

Piştî hevdîtinê Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derve û Koçberan ê Libnanê Abdallah Bouhabib re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Di rojeva her dû wezîran de alozî û şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de hebû.

Hakan Fîdan got, “Ji vî şerî çawa ku egera derketina şerekî mezintir heye, herwiha derketina aştiyek dîrokî û mayîn de jî heye.”

Di beşede din a aaxavtina xwe de Fîdan wiha anî ziman:

“Çareserî ew e ku dewlete Filistînê ya serbixwe bê avakirin û paşxistina wê yekê jî dê nehêle aştî bê navçeyê.”

Hakan Fidan li ser avakirina dewleta Filistînê jî wiha axivî:

“Mijara ku êdî di asta navneteweyî de jî tê qebûlkirin, divê êdî civaka navdewletî ji bo avakirina dewleteke Filîstînî ya li ser bingeha sînorên sala 1967an û dû dewletî ku paytexta wê Qudis be, gaveke cidî bavêj e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst