Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrişên Îsraîlê bi sed hezaran Filistînî malên xwe terikandine û li dibistanan bi cih bûne.
Koçberên li dibistanan dimînin, çîroka xwe ya bextreşiyê ji Rûdawê re parve dikin.
“Mirin ji vê jiyanê çêtir e”
Koçberê bi navê Mihemed Eburuk got, “Xizanî û rezaleta em li vê dibistanê dijîn bê hempa ye.
Mînankeke wekî wê nayê dîtin. Ne av, ne nan ango ti tiştekî me nîne.
Wekî hûn dibînin penaber li her deverî belav bûne. Mirin ji vê jiyanê çêtir e.
Ti xizmeteke ku rêxistinên navneteweyî ji me re bike tune ye.”
Ji ber bombebaranên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, hejmareke mezin a welatiyan koçber dibin.
Nêzîkî 27 hezar kes jî li dibistanên Filistînê dimînin û bi deh hezaran kes jî çûne navendên din ên giştî yên Xezeyê.
Lewra dibistanên ku şêniyeke mezin a Filistîniyan dihewîne ne xwedî binegeheke destdayî ye. Li aliyê din ji bo metirsiya belavbûna şewbê, hişyarî têne dayîn.
“Gunehê van zarokên penaber çî ye?”
Koçberek din ê bi navê Şeref Şamî jî wiha axivî, “Em di nav hejariyeke mezin de dijîn.
Ev dibistan tenê sitargehek e. Xizmet tune ye, av û erzaq tune ye, pêdiviyên me yên sereke jî nayên dayîn.”
Penabera bi navê Sozan Ebû Îd giliyê xwe li rêxistinên mafên mirovan kir û got:
“Ka mafên mirovan? Li vê dibistanê xwarin, derman û av tune ye.
Gunehê van zarokên penaber çî ye? Saziyên mafên mirovan li ku ne?
Em bangî UNICEFê dikin; Em daxwaz dikin ku zarokên me jî wekî zarokên cîhanê werin dîtin.”
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) diyar kir ku ji ber topbaran û dorpêça li derdora Xazeyê berdewam dike, tenduristiya nîv milyon penaberên li dibistanan bi cih bûne di metirsiyê de ye.
Berdewamiya şerê niha tê wê wateyê ku rewşa penaberên li dibistanan bikeve xeteriyeke mezintir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse