Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa Iraqê gotûbêj kirin

17-10-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî alyozê Brîtanyayê Mark Bryson
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê de rewşa rewşa Iraqê gotûbêj kirin û herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê pêngavên pêkanîna hikûmetê li gor îstîhqaqa hilbijartinan be.

Ofîsa Serok Barzanî ragihand, îro Duşemê 17ê Cotmeha 2022yan Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hunt jî amade bû, rewşa herî dawî ya li siyasî ya piştî hilbijartina serokomar wî welatî hat gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê herdu aliyan tekezî li wê yekê kirin ku divê pêngavên pêkanîna hikûmetê li gor îstîhqaqa hilbijartinan be, herwiha pêwîst hat dîtin, bernameya ku aliyên beşdar ên proseya siyasî li ser wê li hev kirine, were cîbicîkirin.

Herwiha hat gotin ku divê ew bername wek nexşerêyekê be ji bo proseya siyasî ya Iraqê ku ber bi aramiya siyasî ve bibe.

Di heman demê Serok Barzanî tekezî li girîngiya rola jinan û bihêzkirina wê rolê kiriye û destnîşan kiriye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  pêşengê gihandina jinên çalak bûye, ji op pêşxistina civakê, her dem rol daye jinan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst