Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Qeterê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku duh bi serdaneke fermi gihişt Qeterê, li gel Serokwezîrê Qeterê Şêx Xalid bin Xelîfe el Sanî civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de mijarên hilbijartinên parlamentoya Iraqê, pêşbîniyên bo dahatûya siyasî ya Iraqê, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Qeterê, taybetî jî di warê aborî, bazirganî, cotkarî û geştyarî de, şewba Covid-19, bandorên wê û proseya vaksînkirinê dijî vê vîrusê li Iraq û Qeterê, geştên rasterast ên hêla esmanî ya Qeterê bo Herêma Kurdistan û Iraqê, hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Şêx Xalid bin Xelîfe el Sanî tekezî li ser “pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên li gel Qeterê” kirin û behsa “derfetên sermayeguzarî û veberhênana Qeterî ya li Herêma Kurdistan û ji wir jî bo tevahiya Iraqê kirin wek bazareke mezin bi tabetî di wan waran de ku pêwîstiya Herêma Kurdistan û Iraqê pê heye.”
Her li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, vekirina Konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê, jî di civînê de gotûbêj li ser hat kirin.
“Dawîn pêşhatên rûbirûbûna terorê, gef û metirsiyên DAIŞê, rê û rêbazên rûbirûbûna terorê û hizra tundrewî, rewşa koçberên li Kampa Hol a li Rojava, dawîn pêşhatên navçeyê bi giştî û pirsên din ên cihê girîngiya herdu aliyan” li gor daxuyaniyê, di civînê de hatin gotûbêjkirin.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ji Rûdawê re ragihandibû, Nêçîrvan Barzanî dê li gel "Mîrê Qeterê, Serokwezîr, Wezîrê Navxwe, Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîr bicive” û mebest jî “bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê ye û dê peywendiyên siyasî û aborî yên Iraqê bi Qeterê re gotûbêj bikin.”
Qeter welatekî biçûk e, lê yek ji 10 welatên herî dewlemend yên cîhanê ye, li gor Sindoqa Diravî ya Navnetewî, di sala 2019an de, dahata giştî ya navxweyî ya wî welatî zêdetirî 175 milyar dolar bû û gaza xwezayî yek ji stûnên herî berçav ên aboriya bihêz ya wî welatî ye.
Qeter dixwaze peywendiyeke baş bi Herêma Kurdistanê re hebe û ji bo vê yekê jî dixwaze bi zûtirîn dem konsulusxaneya xwe li Hewlêrê veke.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di kombûnan de Nêçîrvan Barzanî pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Qeterê li gel peywendiyên Iraq û Qeterê ya di warê siyasî û warên alîkariya hevbeş bi taybetî jî li kertên bazirganî û pîşesazî û derfeta sermayeguzarî û weberhênana Qeterî li Herêma Kurdistan û Iraqê de û rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirseke din ê girîng û hevbeş guftûgo dikin.
Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî di 25ê Adara 2021an de bi serdanekê gihişte Herêma Kurdistanê da ku vexwendineke fermî ji Mîrê Qeterê radestî Serokê Herêma Nêçîrvan Barzanî bike û ew jî serdana wî welatî bike.
Di bersiva vê vexwendinê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 14ê Cotmeha 2021an bi serdaneka fermî gihîşt Dohayê û bi bilindkirina Ala Kurdistanê pêşwazî li wî hat kirin.