Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li Bexdayê li hev civiyan û li ser çend mijaran guftûgo kirin.

 

Îro Serokwezîrê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesrê li bajarê Bexdaya paytexta Iraqê pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî kir.


Li gor ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye ragihandin, di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya Iraqê, herwiha hemahengî û alîkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye, “bi mebesta rawestandin û jinavbirina şaneyên terorîstan guftûgo hatine kirin.”

 

Di daxuyaniyê de ev jî hat destnîşankirin, herdu aliyan dubare kirin ku guftûgo û danûstandinên di çarçoveya destûrê de dikarin kêşeyên hilawîstî çareser bikin, bi şêweyekî di beejewendiya hemû gelên Iraqê de.