SOHR: Li Şamê jî 10 kes ji ber teqînan birîndar bûne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan SOHR Şam Sûriye Libnan Îsraîl Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku amûrên pêwendiyê yên li Sûriyeyê jî hatine teqandin û ji ber wan teqînan 10 kes birîndar bûne.

Amûra pêwendiyê ya Pagerê ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn li Libnanê di êrişeke sîberî de hatin teqandin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Firas Abiad piştî êrişan di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

Li gorî gotina Firas Abiad, ji ber teqîna amûrên pêwendiyê 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û 8 kes jî mirin.

Li aliyê din, SOHRê diyar kir ku li herêma Kafr Sousayê ya Şamê otomobîlek teqiyaye û 4 kes birîndar bûne.

Li gorî nûçeyê, li herêma Seyyde Zeynebê jî ji ber teqînan 7 kes û li herêma Al Qalmounê jî 3 kes ji ber teqînan birîndar bûne.

SOHRê diyar nekiriye bê ka ew kesên birîndar bûne hemwelatiyên kîjan welatî ne, sivîl an çekdar in.

Li aliyê din, li gorî AAyê ji ber teqîna amûrên pêwendiyê yên Pagerê herî kêm 10 endamên Hizbulaha Libnanê li herêma Seyyde Zeynebê ya Şamê birîndar bûne.

Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku gelek birîndarên Beyrûtê sewqî nexweşxaneyên Şamê hatine kirin.

Hizbulaha Libnanê jî diyar kiri ku ew êriş ji aliyê Îsraîlê hatiye kirin.

Li aliyê din, heta niha li ser êrişê ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst