Libnan - Bi dehan çekdarên Hizbulahê birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber teqîna amûrên pêwendiyê bi dehan çekdarên Hizbulaha Libnanê birîndar bûn.

Her wiha hat ragihandin ku Balyozê Îranê yê Beyrûtê jî birîndar bûye.

Ji ber êrişeke elektronîkî, amûrên pêwendiyê yên bi çekdarên Hizbulahê re ne teqiyan û bi dehan çekdarên Hizbulahê birinda bûn.

Çavkaniyeke Hizbulaha Libnanê ji AFPyê diyar kiriye ku endamên wan ji ber êrişeke elektronî ya Îsraîlê birîndar bûne.

Ew amûra ku teqiyaye amûra bi navê “Pager” e. Piştî salên 1990ê û destpêka salên 2000î amûra Peycerê gelekî belav bûn.

Li gorî medyaya Libnanê, teqîn li navenda çekdarên Hizbulayê Beyrûtê jî pêk hatiye.

Ji destpêka şerê Xezeyê Hizbulayê gelek caran hişyarî da çekdarên xwe ku ji bilî amûrên û sîstemên hatine diyarkirin ti amûrên din ên peywendiyê yên biyanî bikar nînîn.

NNAyê ku ajansa fermî ya Libnanê diyar kir ku bi dehan sewqî nexweşxaneyê hatine kirin.

Ajansa MEHRê ya Îranê jî eşkere kir ku Balyozê Îranê yê Beyrûtê jî ji ber teqîna amûra teknolijîk birîndar bûye.