Hûrgiliyên hevdîtina Hakan Fîdan û Elî Memlûk hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hûrgiliyên hevdîtina Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MIT) Hakan Fîdan û Serokê Îstîxbarata Sûriyê Elî Memlûk li Şamê hatin eşkerekirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, Serokê MITê Hakan Fîdan di hefteyên dawî de li Şamê bi hemtayê xwe yê Sûrî Elî Memlûk re gelek hevdîtin kirine.

Di rojnameya Sabahê ya Tirkiyê de hûrgiliyên hevdîtinên dawî yên îstîxbaratên Tirkiye û Sûriyê de hatin eşkerekirin.

Li gorî nûçeyê, di hevdîtinan de hewl hat dayîn ku ji bo Sûriyên li Tirkiyê bi ewle vegerin welatên xwe,  nexşerêyek bê danîn.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di hefteyên borî de dema ku bersiv da pirsên têkildarî têkiliyên bi Sûriyeyê re, peyama "Diyaloga siyasî û dîplomasiya di navbera dewletan de qet nayê qutkirin. Diyalogên wiha her tim hene, divê hebin.” dabû

Piştî van daxuyaniyan derket holê ku di navbera yekîneyên îstîxbaratê yên her du welatan de di asta herî bilind de hevdîtin hatine kirin û çarçoveya van hevdîtinan û mijarên li ser maseyê wiha ne: "Di civîna dawî ya yekîneyên ewlekarî û îstixbaratê yên bi rêjîma Sûriyeyê re, mijarên sereke yên her du aliyan, peyamên nermbûnê  bûn û nexşerêya ku ji niha û pê ve tê şopandin, hatin nîqaşkirin. Hewl tê dayin ku nexşerêya vegera ewle ya Sûriyeyê bê danîn."

Hat diyarkirin ku di van demên dawîn de di navbera welatan de di asta wezîran de yan jî di asta serokkomar de hevdîtineke niha di rojevê de nîne.

Ji aliyê din ve li gor nûçeya malpera Sûriyê TVê ku organeke medyayê ya nêzîkî muxalefeta Sûriyê ye û navenda wê li Stenbolê ye, mijara vekişîna hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê jî hate rojevê.

Li gorî nûçeyê, aliyên Sûriyê şert û mercên vekişîna hêzên Tirkiyê ji tevahiya Sûriyê eşkere kirin. Ji aliyê din ve, şanda Tirkiyê got ku Enqere "girêdayî yekparçeyiya axa Sûriyê ye" lê bi şertê ku pêvajoya destûra bingehîn bi dawî bibe, hilbijartinên azad bên kirin, peymana Edeneyê were nûkirin.

Di nûçeyê de, berpirsên îstixbarata Tirkiyê li Şamê mijarên dabînkirina vegera ewle ya hemû penaxwazan, vegerandina milkên wan ji xwediyên wan û çêkirina şert û mercên kar ji rayedarên Sûriyê re pêşkêş kirin.

Ji aliyê din ve derbarê vê civînê de Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokrat (MSD) ji medya nêzîkî HSDê re got: “Tirkiyê bi asayîkirina peywendiyên ligel Sûriyê dixwaze navçeyên din li bakurê Sûriyê kontrol bike.  Ne dûre ku nêzîkbûna Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê ji bo dijayetîya Rêveberiya Xweser bê bikaranîn. Ji bo danûstandinên ligel Tirkiyê, çavên hikûmeta Sûriyê li gavên praktîk e. Dibe ku planeke Tirkiyê hebe ku di pêşeroja Sûriyê de hinek wezaret yan jî rêveberiyan bidin opozisyonê. Asayîkirina peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê wê dirêj bike, demeke dirêj ji bo danûstandinan pêwîst e.”