Perinçek: Moskow û Enqere ji serdana Şamê agahdar in

17-08-2022
RÛDAW
Nîşan Dogu Perinçek Partiya Vatan Beşar Esed Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ragihand ku haya Enqere û Moskowê ji serdana wan a Şamê heye û wan herdu alî jî agahdar kirine.

Sekreterê Giştî yê Partiya Vatanê Ozgur Bursali pêştir ragihandibû ku dê şandek bo hevdîtina ligel Serokê Sûriyê Beşar Esad biçe Şamê û Dogu Perinçek û Ethem Sancak jî di nav şandê de cih digrin.

Dogu Perinçek derbarê serdana bo Şamê de ji televîzyoneke welatê xwe re axiviye û hin zanyarî derbarê serdanê de aşkere kirine. Perinçek ragihandiye: “Partiya Vatan hat vexwendin. Bêguman em dewleta xwe agahdar dikin, lê em ne organeke ser bi dewletê ne. Em fermanê ji dewletê wernagrin, lê wan agahdar dikin. Bêguman em bi Dewleta Komara Tirkiyê re danûstandinan dikin, lê ne di bin kontrol, ferman û rêvebirina wan de. Em wek Partiya Vatanê bi înîsiyatîfa xwe vê geştê dikin.”

Perinçek herwiha dibêje, Rûsya jî ji serdana wan agahdar e û piştgiriya wan dike. Perinçek got: “Berî 10-15 rojan şandeke ku birêz Ethem Sancak û Şule Perinçek di nav de bûn serdana Rûsyayê kirin. Li wê derê ev serdan hate rojevê. Bi hevkariya Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê, ewlehiya welatên herêmê û derbarê geşedanên aborî de jihevtêgihiştineke hevbeş a girîng hat avakirin. Civîna Soçî jî piştî serdana me hat kirin. Rûsya ji van geşedan û serdanan agahdar e. Ew jî piştevaniyê dikin. Ew jî gelekî dixwazin ku Sûriye û Tirkiye hevkariyê bikin.”

Serokê Giştî yê Partiya Vatan a Tirkiyê, Perinçek herwiha diyar kir, ku dê bi Beşar Esed re hevdîtin bê kirin û kesên beşdarî şandê bibin, dê di rojên pêş de bên eşkerekirin.

Karsaz Ethem Sancak berê AKPyî bû û piştî axaftina xwe ya li konferansa “Ewlekariya Tirkiye û NATO” ku gotibû “Em bi piştgiriya Amerikayê bûn desthilat” bi armanca dûrxistina ji AKPê ew bo Desteya Rêzkariyê şandibûn. Piştî vê biryarê Ethem Sancak bi xwe ji AKPê îstîfa kiribû û 2ê Tebaxa îsal beşdarî Partiya Vatanê bûbû.

Piştî lûtkeya li Îranê û hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ligel Putin mijara Sûriyê li Tirkiyê germtir bû û Erdogan piştî hevdîtina Soçî eşkere kiribû ku Putin ji wî rê gotiye “Hun pirsgirêkên li Sûriyê ligel rejimê çareser bikin dê baştir bibe.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî roja 11ê Tebaxê di konferansa 13emîn a Balyozan de li Enqerê gotibû, “Divê em opozîsyonê û rejima Sûriyê bi awayekî lihev bînin. Eger ev yek ne be aştiyeke daîmî çênabe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst