Putin û Erdogan rewşa Lîbya û Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên Rûsya û Tirkiyê derbarê rewşa Lîbya, Sûriye û rojhilatê Derya Spî de peywendiyeke telefonî encam dan.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro, 17.08.2020, peywendiyeke telefonî encam dan.

Li gor daxuyaniya Kremlînê di peywendiya telefonî de taybet krîza Lîbyayê hatiye gotûbêjkirin û tekezî li ser wê hatiye kirin, bi pêkanîna agirbesteke berdewam, divê aliyên şerker li gor biryarên Konferansa Berlînê û biryara 2510 a Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî, ji bo destpêkirina danûstandinên rasterast pêngavên rasteqîn biavêjin.

Di daxuyaniya de hatiye tekezkirin ku Putin û Erdogan li ser bingeha çalakkirina hewldanên rûbirûbûna terorê rewşa Sûriyê gotûbêj kirine û biryar li ser wê dane ku hemahengiya di navbera herdu welatan de li ser rewşa `navçeyên kêmkirina aloziyan` li Idlibê li gor Rêkeftina Soçî û protokola ku di 5ê Adarê de hatibû qebûlkirin, berdewam be.

Kremlinê diyar kiriye ku pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera herdu welatan de û herwiha dawîn pêşhat beşek bûn ji gotûbêjên Putin û Erdogan.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di çarçova destpêkirina geştên asmanî di navbera Rûsya û hinek deverên geştyarî yên Tirkiyê de, Putin tekezî li ser girîngiya dabînkirina şert û mercên pak kiriye bi mebesta parastina hemwelatiyên Rûsî ji şewba Coronayê.

Herwiha ew vaksîna ku Rûsyayê li dijî Coronayê berhem aniye jî di rojeva herdu serokan de bû û hatiye belavkirin ku Erdogan û Putin tekezî li ser hemahengî û hevkariya di warê rûbirûbûna vîrusa Coronayê de kirine û biryar dane ku hemahengiya di navbera herdu welatan de di warên cuda de berdewam be.

Serokatiya Peywendiyan a Serokkomariya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de aşkere kir ku di peywendiya telefonî ya Erdogan û Putin de li ser geştyarî, guhestin, enerjî, aborî û gelek warên din gotûbêj hatine kirin bi mebesta di navbera herdu aliyan de bên pêşxistin.

Herwiha rûbirûbûna vîrusa Coronayê bi awayekî hevbeş jî li gor daxuyaniya hatiye belavkirin yek ji mijarên wê peywendiyê bû.

Li aliyê din li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, pêşhatên li rojhilatê Derya Spî û Lîbyayê jî ji mijarên sereke ya peywendiya Erdogan û Putin bûye.

Derbarê rewşa Sûriyê de jî li gor wê daxuyaniyê, serokên herdu welatan hevnêrîn bûne ku peywendiya Rûsya û Tirkiyê bi rêyên leşkerî û dîplomatîk berdewam be.