VÎDEOGRAFIK - Ziyanên şer ên Artêşa Sûriyeyê

17-08-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Di şerê Sûriyeyê de hikumet û artêşa  wî welatî gellek navçeyên stratîjîk ji dest dan weke balafirxane, ketîbeyên leşkerî, deriyên sînorî û hejmareke zêde ji çek û teqemeniyan.

 

1- Balafirxaneyên leşkerî

 

Dijbereya Sûriyê ji bo ku rê li ber êrişên berdewam ên balafirên Sûriyê bigire, dest bi operasyoneke berfireh kir.

 

1-A    Balafirxaneya Minix

 

Di dawiya sala yekem a şerê Sûriyê de, êrîşî balafirxaneya Ming li Bakûrê Helebê hat kirin û piştî şer û pevçûnên dijwar, ew balafirxane di meha 6 ya sala 2013 an de ket bin kontrola dijbereyê.

 

1-B Balafirxaneya Teftenaz

 

Ev balafirxane dikeve parêzgeha Idlibê û taybet bi helîkopteran û di encama êrişên çekdarên dijbereya Sûriyê de, di meha 1ê ya sala 2013 an hat kontrol kirin.

 

1-C Balafirxaneya Cerrah

 

Dikeve rojhlatê Helebê û gelek balafirên şerî yên Mîg û herweha Helîkopter tê de ne, ji destê artêşa Sûriyê hat derxistin.

 

1-D Balafirxaneya Tebqa

 

5 kîlomtran dikeve rojavayê Reqa û di meha Adara 2014 an de ket destê rêxistina DAIŞê

 

2- Ketîbeyên Leşkerî

 

2-A Fewca 46

 

Di dawiya 2012 hat kontrol kirin. Ev fewc yek ji cihên leşkerî yê mezin tê naskirin û dikeve bajarê Atarb yê Helebê û di dawiya 2012an de ji aliyê opozisyonê ve hat kontrol kirin.

 

2-B Dibistana Mûşat

 

Ev dibistan li helebê bi cihekî stratîjîk li Helebê dihat naskirin û di dawiya sala 2012 an ji aliyê opozisyonê ve hat kontrol kirin û gelek fermandarên wê dibistanê jî hatin kuştin.

 

2-C Koleja Polîsan

 

Bi kontrolkirina Kolîja Polîsan li gundewarên Helebê di Adara 2013 an de, Artêşa Sûriyê rastî şikistineke mezin hat û di şer de 50  fermandar û leşkeran di nav wê kolîjê de hatin kuştin.

 

2-D Lîwaya 52 li Deraa

 

Di distpêka sala 2015an de, opozisyona Sûriyê li Deraa gelek cihên leşkerî li Deraa kontrol kirin û vê dawiyê lîwaya 52 ket destê wê, êdî  opozisyona Sûiyê hemû gundewarên Başûrê Rojavayê wê parêzgehê bi temamî kontrol kirin.

 

3- Deriyên Sînorî

 

Emê werin ser deriyên sînorî, ku ji aliyê aborî ve weke rehê jiyanê têne naskirin, lê niha ji Xeynî deriyê bi Libnanê re tu deriyekî sînorî ku vekirî be di destê hikumeta Sûriyê de nemaye.

 

Deriyên Bab El Hewa, Bab El Selame, Mûrşid Pinar, Til Koçer, herdû deriyên El Bukemal û Tenef, Nesîb  û Gûmrik ji destê hikumeta Sûriyê hatin derxistin û êdî ji xeynî deriyê bi Libnanê re, ti deriyekî din ku vekirî be di destê hikumeta Sûriyê de nemaye û ji aliyê aborî ve rastî şikisteke mezin hatiye.

 

3- 1 Bab El Hewa

 

Li ser sînorê Tirkiyê ye

 

3- 2 Bab El Selame

 

Li ser sînorê Tirkiyê ye

 

3- 3 Mûrşid Pinar

 

Li ser sînorê Tirkiyê ye

 

3- 4 Til Koçer

 

Li ser sînorê Iraqê ye

 

3-5 Bukemal

 

Li ser sînorê Iraqê ye

 

3-6 Tenef

 

Li ser sînorê Iraqê ye

 

3-7 Nesîb

 

Li ser sînorê Urdinê ye

 

3-8 Gûmrik

 

Li ser sînorê Urdinê ye

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst