3 zarokên Kurd di êrişa Îsraîlê de canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - 3 zarokên Kurd ên ji bajrê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, di bombebaraneke balafirên Îsraîlê de ya li başûrê Libnanê hatin kuştin.

Li gundê Em Tûtê yê li başûrê Libnanê 3 zarokên Kurd ên ji Efrînê dema li gel malbata xwe di zeviya çandiyê de kar dikirin bûn hedefa bombebarana Îsraîlê.

Her sê zarokan canê xwe ji dest da.

Her sê zarokên bi navê Can Şahîn Çerkez, Mihemd Şahîn Çerkez, Xelîl Mihemed Xelîl ji gundê Sariyayê yê Efrînê bûn.

Çalakvan Mistefa Şêxoyê li Libnanê dimîne ji Rûdawê re got ku termên wan zarokan li bajarokê Qasimiyê yê Libnanê hatin veşartin.

Bavê du qurbaniyan Şahîn Cerkes got:

“Zarok di nav çadirê de şehîd ketin”

“Ez nêzîkî 10 metreyan derketim. Min dît zaroke di nav çadirê de şehîd ketin. Tenê Can rih tê de hebû piştre ew jî şehîd bû.

 Ma ezê çi bibêjim, Xwedê berxwedanê li ser van tawankaran ser bixe ku ne mirovatiyê û ne zarokan û ne pîr û kalan nas dikin. Xwedê berxwedanê ser bixe.”

Li gorî medyaya fermî ya Libnanê di encama du êrişên asmanî yên Îsraîlê de heman rojê li du cihê cuda 5 welatiyên Sûriyeyê canê xwe ji dest da ku 3 zarok in.

“Ev zarok bê tawan in”

Şaredarê bajarokê Mirwehînê  Mihemed Xanim jî got:

“Roja 10ê Muherrema Heram roja Şehîdbûnê (roja aşûreyê), em cenazeyên 3ê zarokên Sûriyeyî vedişêrin.

Ev zarok bê tawan in, di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de li ber çadira xwe canê xwe ji dest daye.

Tawana wan ew e ku rastî dijminekî tawankar hatine ku mirovatiyê nas nake.”

Piştî destpêkirina şerê Xezeyê di navbera Îsraîl û Hemasê de, di navbera Îsraîl û Hizbullahê de jî şer derketiye.

Ji ber êrîşên asmanî yên Îsraîlê li başûrê Libnanê heta niha zêdeyî 450 kesan hatine kuştin û nêzîkî 90 kesî ji wan sivîl in.