Generalekî Amerîkî serdana bingeha El-Tenef di nav axa Sûriyê de kir

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Michael Erik Kurilla, doh 16ê Tîrmehê serdana Bingeha El-Tenef li başûrê Sûriyê kir.

Li gor daxuyaniya CENTCOMê, General Michael Erik Kurilla serdana grûpa Mexawîr el-Sewre kiriye û bi leşkerên Amerîkî yên li wê bingeha hevpeymanan re civiyaye.

General Kurilla herwiha serdana bingeheke Artêşa Mexawîr El-Sewre (Jaysh Mexawir El-Sewre) jî kiriye ku di dema dawiyê de ji aliyê Rûsya ve hatibû armanckirin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn di twîttekê de ragihandiye, “General Kurilla bi çekdarên Jaysh Mexawir El-Sewre re li navenda wan a ku di 7ê Hezîranê de ji aliyê balafirên şer ên Rûsyayê ve hatibû armanckirin û ji wê demê ve hatibû tamîrkirin, axivî. Şervanan ji Fermandarê CENTCOMê re tekez kirin ku bê hêvî ne û ji şer re amade ne.”

Di 7ê Hezîrana îsal de, Rûsyayê êrîşî bingeheke Jaysh Mexawir El-Sewre li nêzîkî bingeha El-Tenef a Amerîkî kiribû, lê ti zanyarî derbarê ziyanên canî yên wê êrîşê de nehatibûn belavkirin.