Fermandarê Artêşa Azad: Êm ê êrîşê YPGê bikin

17-07-2017
RÛDAW
Nîşan Efrîn YPG Artêşa Azad Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye bi berdewamî gefa êrîşa ser Efrînê dixwe. Di destpêka vê hefteyê de çend topên hawinê yên topxaneyên Artêşa Tirkiyê gihiştine nava bajarê Efrînê. Berpirsên bilind ên PKKê dibêjin, eger Tirkiye êrîşê Efrînê bikin dê Efrîn bibe Kobaniya duyemîn.  

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di dema beşdarbûna civîna G20 a li Hambûrê de bersiv da pirsa peyamnêrê Rûdawê û got, ku Efrîn bûye gef li ser Tirkiyê û ji wir êrîşê bajarê Kîlîsê dikin. Herwiha Erdogan got, ku ew rê nadin li bakûrê Sûriyê, an ku Rojavayê Kurdistanê dewleteke kurdî were avakirin.

 

Piştî mertalê vê carê dora şûr e

 

Par Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarokên Minîx, Tilrifet, Dêrcemal û çend gundên din ên başûrê Ezazê, ji destê hêzên dijbereya Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê, derxist. Êrîşên Artêşa Tirkiyê yên li ser Efrînê jî piştî wê yekê dest pê kir. Niha hêzên Artêşa Azad a dijbereya Sûriyê, dixwazin bi piştgiriya Tirkiyê, li herêmê operayoneke nû ya bi navê Şûrê Feratê dest pê bikin. Van herdu hêzan beriya niha jî li operasyona Mertala Feratê pêk anîbûn û navçeyên Cerablûs û Babê kontrol kiribûn.

 

Fermandarê Lîwaya el-Mûtesem a Artêşa Azad Misrefa Sêcerî ji Rûdawê re got: “Ji bo cîbicîkirina plana rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji Efrînê ve êrîş kirine ser dijbereya Sûriyê. Hêzên rejîma Esed li sînorê Efrînê, li Nûbil û Zehra ne, lê carekê jî êrîşê wan nekirine.”

 

Mistefa Sêcerî eşkere kir, ku wan xwe amade kiriye da ku ligel Tirkiyê êrîşê YPGê bikin û wan hersê bajarokên par ji dest dane, dubare kontrol bikin.

 

Sêcerî got: “YPGê ew navçeyên erebnişîn dagir kirine û ne amade ye bi rêya danûstandinan radest bike.”

 

Beriya niha bi navbeynkariya Amerîkayê şandeke YPGê li gel berpirsên Lîwaya Mûtesem civiyabûn. Bi gotina berpirsên vî lîwayî di navbera herdu aliayn de rêkeftin hatiye kirin lê pêwîstiyên rêkeftinê nehatine cîbicîkirin.

 

Efrîn girêya kor a Rojavayê Kurdistanê

 

Bajarê Efrînê bûye cihê girêya kor a hevkêşeyên siyasî û leşkerî yên nav Sûriye û Rojavayê Kurdistanê. Di heyama derbasbûyî de Tirkiyê çendîn car gefa operasyona leşkerî ya ser Efrînê anî ziman.

 

YPGê herêma Tilrifet a bakûrê rojavayê Helebê kontrolkirine. Bi gotina Tirkiyê, ji ber vê rewşê operayona Mertala Feratê di nîvê de maye. Di rastiyê de armanca Mertala Feratê kontrolkirina bakûrê Helebê ye û herwiha armanc ew e rêya YPGê bibirin da ku ji rojhilat nekare xwe bigihîne rojavayê Sûriyê.

 

Bajarokên Minîx, Tilrifet û Dêrcemalê hevsînorê herêmên bin kontrola hikûmeta Sûriyê ne. Eger ev herêm ji aliyê Tirkiyê ve werin kontrolkirin, Efrîn bi yekcarî dikeve nav dorpêçê. Navçeyên Nubil û Zehra, Efrînê bi navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê, herwiha navçeyên bin kontrola hikûmeta Sûriyê jî bi Heleb û Şamê ve girêdide.

 

Lewma Tirkiye dixwaze van hersê bajarokan bi Ezazê ve girêbide û li ser nexşeyê jî Efrînê bike nava dorpêçê.

 

Ev demek e Artêşa Tirkiyê çekên xwe yên giran û zirîpoşên xwe aniye ser sînorê Efrînê. Lê berpirsên PKKê hişyarî didin Tirkiye û dibêjin, eger êrîşê Efrînê bikin, dê Efrîn bibe Kobaniya duyemîn.

 

Endamê Komîteya Rêvebir a PKKê Mûrat Karayilan got: “Ji xwe niha şerek heye, her roj dewleta Tirkiyê bi top û tangan ji Cindirêsê heya Şehbayê êrîş dikin. Hesabên wan li ser Şehba hene. Ew jî girêdayî beşekî Kobanê ye, ango axa kurd, ereb û tirkmenan e. Li ser Şehba planeke wan heye. Dixwazin ji Tilrifet heya Minîxê bigirin. Wê bixwazin êrîşekê li ser wir pêş bixin. Lê li Efrînê zû bi zû nikarin, ji bo wan zehmet e. Ew der wê bibe Kobaniya duyem.”

 

Li gel zêdebûna gefan, gengeşî û madekariyên şer jî zêdetir dibin. YPG xwedan 50 hezar şervan e û yek ji hêza herî şerker a Sûriyê ye. Li Rojavayê Kurdistanê beşdarî çendîn şerên mezin bûye, ku yên herî diyar jî şerê Kobanî û Serêkaniyê ne. Hevkariyê ji Amerîka û hinek welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê werdigre. Bi taybet jî Amerîka ji bo alîkariyê çek dide wan.

 

Li hember vê, Artêşa Azad a Sûriyê xwediyê serkirdetî û rêxistineke hevbeş û yekgirtî nîne. Ev hêz xwediyê 25 hezar çekdaran e û li Sûriyê beşdarî çendîn şeran bûne. Hevkariya çekan ji Tirkiye, Amerîka, Qeter, Sûidiye û çendîn welatên din digrin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst