Mihemed bin Selman dê serdana Tirkiyê bike

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin Şazadeyê Cênişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman dê serdana Tirkiyê bike û bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re bicive.

Du rayedarên Hikûmeta Tirkiyê ku nexwestine navên wan were eşkerekirin ji AFPê re ragihandine ku Şazadeyê Cênişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman dê di 22ê Hezîrana 2022an de serdana Tirkiyê bike.

Du rayedarên Hikûmeta Tirkiyê diyar kirine ku biryar e Mihemed Bin Selman bi Recep Tayip Erdogan û rayedarên din ên payebilind re li Enqerê bicive lê heta niha cihê civînê nehatiye ragihandin.

Di Cotmeha 2018an de rojnamevanê Siûdî Cemal Qaşikçi yê ku bi helwesta xwe ya dijî desthilatdarên Erebistana Siûdî dihat naskirin, di nava konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê de hatibû kuştin.

Kuştina Qaşikçi têkiliyên di navbera Enqere û Riyadê de ji hev xistibû û ji bo zêdetirî 3 sal û nîvan Mihemed Bin Selman jî ji medya û geştên navneteweyî dûr xistibû.

Belavbûna nûçeya serdana Mihemed Bin Selman bo Tirkiyê di heman dema ragihandina Koşka Spî ya ku tê çaverêkirin Serokê Amerîkayê Joe Biden di 15 û 16ê Tîrmehê de serdana Erebistana Siûdî bike û li wir bi Mihemed Bin Selman û pişt re jî bi rayedarên Encûmena Hevkariya Kendavê re bicive û li ser enerjî, rêxistina berhem û mijara neftê gotûbêjan bike.

Îstîxbarata Amerîkayê, Mihemed Bin Selman bi kuştina Qaşikçi tawanbar dikin.

Piştî salên sarbûna têkiliyên wan ên dîplomatîk, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan meha Nîsanê serdana Erebîstana Siûdî kiribû û bi Şah û rayedarên payebilind re hevdîtin kiribû.