Wezîrên derve yên welatên Erebî pêşwazî li vegera Sûriyê ji bo Komkara Erebî kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên derve yên welatên Erebî îro li Erebistana Siûdî civiyan û pêşwazî li vegera Sûriyê ji bo Komkara Erebî kirin û daxwaza rawestandina şer li Sûdanê kirin.

Civîna wezîrên derve yên welatên Erebî berî lûtkeya 22 endaman hat kirin ku biryar e li Cideyê roja Înê birêve biçe ku Serokê Sûrîyê dê piştî 12 salan beşdar bibe. Endamtiya Sûriyê di sala 2011an de piştî tepeserkirina xwepêşandanan ji aliyê Beşar Esed ve hatibû rawestandin.

Sûriye piştî xwepêşandanên li dijî Beşar Esed bi awayekî zû veguherî şerê navxweyî ku nêzîkî nîv mîlyon kes hatin kuştin û nîvê nifûsa wî welatî ya berî şer 23 mîlyon bû.

Roja Çarşemê, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Şazade Feysel bin Ferhan got ku herêm di çarçoveyekê de ye û rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibe. Her wiha bang li welatên Erebî kir ku di nav xwe de xwedî hevahengiyê bin ji bo bidestxistina aştî, aramî û geşbûna aborî li herêmê.

Feysel bin Ferhan û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt, pêşwazî li vegera Sûriyê ji bo komkarê kirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad vê hefteyê, hejmareke zêde ya hevdîtinên dualî bi hevtayên xwe yên Ereb re li Erebistana Siûdî pêk anî ku di hewlekê de ji aliyê Şamê ve ji bo kişandina veberhênanê li welatê wêran di nav toleyên giran ên derve de dinale.

Piştî hevdîtinên xwe Miqdad ji rojnamevanan re got ku ew hêvî dike ku hikûmetên Erebî alîkariya jinûve avakirina Sûriyê bikin.

Vegera Sûriyê ji bo hembêza Ereban hevdem e ligel hewlên Şamê ji bo asayîkirina peywendiyan ligel Tirkiyê ku piştgira sereke ya komên çekdar ên dijî Esed e lê hejmarek ji welatên erebî, ji wan Qeter, bi guman in.

Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Sanî roja Çarşemê got ku welatê wî li dijî vegerandina Sûriyê ye lê naxwaze li hember lihevkirina Erebî raweste.