Libnanê derbarê koçberên Sûrî de biryarek nû derxist

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Libnanê wergirtina daxwaznameyên ji bo çareserkirina rewşa koçberên Sûriyê li Libnanê rawestand û ragihand, koçberên Sûrî yên ku bi awayekî ne qanûnî derbasî Libnanê bûne, dikarin di rêya deriyên sînorî re vegerin welatê xwe.

Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Libnanê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku navendên wan daxwaznameyên çareserkirina rewşa koçberên Sûriyê yên bi awayekî ne qanûnî derbasî Libnanê bûne qebûl nake û daxwaznameyên wan ên ji bo penaberiyê rawestandine.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Libnanê derfetê dide wan koçberên Sûriyê yên li Libnanê ku dixwazin vegerin welatê xwe, yekser li navendên sînorî rewşa xwe çareser bikin û pêdivî bi serdana navendên wan ên din û karûbarên rotîn ên îdarî tune ye.

Herwiha diyar kiriye, di dema vegerê de biryara girtinê di derheqê koçberên Sûrî de ku bi awayekî neqanûnê hatibûne Libnanê nayê dan û kesên ku dixwazin vegerin dikarin bê pirsgirêk di deriyên sînor re vegerin Sûriyê.

Li gor daxuyaniyê, ew kesê ku bi awayekî yasayî derbas bûne û pabendî sîstema niştecîbûnê (îqamê) nebûne, dikarin biçin navendên ewlekariya giştî û rewşa xwe çareser bikin li gor mercên ku hatine ragihandin û ji bo wan kesan jî heta 30 meha bihê (30-6-2023) derfet hatiye dan ku rewşa xwe çareser bikin.