Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Siûdiyê kir

17-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyê gihişte bajarê Cedde yê Siûdiyê ji bo ku beşdarî civînên amadekariyê yên Lutkeya Komkara Erebî bibe.

Roja Sêşemê 16ê Gulanê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad gihişte Siûdiyê ji bo ku beşdarî civînên amadekarî yên Lûtkeya Komkara Erebî bike ku biryar e roja Înê 19 vê mehê bê lidarxistin.

Ev dema sê rojan e civînên nûneran li bajarê Cedde yê Siûdiyê têne kirin û şanda hikûmeta Sûriyê jî niha li Siûdiyê ye û ji her yek ji nûnerê Sûriyê li Netewyeên Yekgirtî Besam el-Sebax, Rêveberê Rêvebirina Rêkxistinan li Wezareta Derve Qusey Dehak, Rêveberê Ofîsa Wezîrê Derve û Alîkarê Wezîrê Derve Eymen Sosan pêk tê.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî gihişt wê şandê û di civînekê de li ser asta wekîl û alîkaran, Wezareta Derve ya Siûdiyê pêşwazî û bixêrhatina vegera Sûriyê bo nav civînan û Komkara Erebî kir.

Feysel Miqdad derbarê serdana xwe ya bo Siûdiyê de gotiye: “Em hêviya hemû serkeftinekê ji vê lûtkeyê re dikin, li Şahnişîna Erebî ya Siûdî, li bajarê Cedde yê xweşik. Weke min got, em li vê derê ne ji bo biserketina vê lûtkeyê, û kar ligel birayên xwe yên din ên Ereb bikin, daku em datayên hûr diyar bikin, bi mebesta rûbirûbûna wan zehmetiyan, ku em hemû rastî wan tên. Herdem ez geşbîn im. Di rewşên herî zehmet de jî, lê dema em ligel birayên xwe yên Ereb dicivin, berdewam ez hest bi geşbîniyê dikim. Em geşbîn in û hêviya hemû serkeftinê ji vê lûtkeyê re dikin.”

Miqdad ragihandiye: “Sernavê vê lûtkeyê çalakiya hevbeş a Ereban e û em li hêviya pêşerojê ne. Em kêfxweş in ku li Erebistana Siûdî ne, û em hêvî dikin ku lûtke serkeftî be.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha gotiye, “ev dê bibe derfetek ku em ji birayên xwe yên Ereb re bibêjin ku em li berê nanêrin, belkî em li paşerojê dinêrin. Gelek kêşe hene ku bêne gotûbêjkirin û [pêdivî ye] ku hêzên me yên Ereb ji bo rûbirûbûna wan kom bibin, di nav de şerê Erebî-Îsraîlî û pirsgirêka avhewayê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst