Aloziya Îran û Îsraîlê bû sedema karvedanan: ‘Şanoya du welatan e’

17-04-2024
RÛDAW
Aloziya Îran û Îsraîlê bû sedema karvedanan: ‘Şanoya du welatan e’
Aloziya Îran û Îsraîlê bû sedema karvedanan: ‘Şanoya du welatan e’
Nîşan Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bombebarankirina Konsulxaneya Îranê ya Şamê ji aliyê Îsraîlê ve û êrişa Îranê ya bi dron û mûşekan a li Îsraîlê hîn jî di rojevê de ye.

Aloziyên navbera Îran û Îsraîlê li Tirkiyeyê jî bûye rojeva partiyên siyasî.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de wekî şanogeriyekê bi nav kir.

Li bajarê Julisê yê li naverasta Îsraîlê, artêşa wî welatî bermahiyên mûşekeke balîstîk a Îranê nîşan didin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari got:

“Em li vir in, ev bermahiyên mûşekeke balîstîkî ne ku rasterast ji Îranê avêtin Îsraîlê.

Bersiva Îsraîl û welatên hevpeymanên wê ji Îranê re peyameke bihêz bû. Em rê nadin dijminkariyên te bi ser bikevin.

Ev gefên Îranê ji bo welatên Rojhilata Navîn derfetek e ku Îranê wekî gefeke hevpar bibînin.”

Şeva şemiyê zêdetirî 300 mûşek û dronên Îranê bi esmanê Îraq û Sûriyeyê re bêyî ku bên astengkirin ber bi Îsraîlê hatin avêtin.

Urdunê hejmarek ji wan xistin û diyar kir ku ew rê nade welatê wan bibe meydana şerê Tehran û Tel Avîvê.

Îsraîl diyar kir ku ji sedî 99ê 300 mûşek û dronên Îranê hatine xistin yan jî ketine xwar û ti ziyanên canî û malî çênebûne.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de wekî şanogerî bi nav kir.

“Şanoya du welatan e”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî anî ziman:

“Daxuyaniya Îranê ya derbarê operasyonê de ku dibêje bi serkeftî bi dawî bûye, herwiha xistina hemû mûşek û dronên ku di oparasyonê de hatin bikaranîn, bêyî ku xwîn ji pozê kesî were, cihê nîqaşê ye.

Ev şanoya du welatan e û ji bo ku komkujiya Xezeyê veşêrin û balê bikişînin ser aliyekî din.”

Berovajî nêrîna Bahçelî, beşek ji welatiyên Îranê dibêjin ku her du welat di rûbirûbûneke rast de ne.

Welatiyê bi navê Îranê Husên da zanîn:

“Dema êrişî balyozxaneya me hat kirin, kesên xwedî ramanên cuda bawer kir ku divê em bersivê bidin.

Ji ber ku êrişkirina balyozxaneya me wekî destdirêjiya li axa me ye. Li vir her kes wisa difikire.”

Hinek kes di wê baweriyê de ne ku endazyarê vekirina eniya şer a bi Îranê re Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye.

Ew diyar dikin ku li aliyekî ve baldariya li ser Xezeyê hinekî kêm kir û wî raya giştî ya kolanên Îsraîlê li dora xwe kom kir.

Bidenê ku jê aciz bûbû razî kir, nefesek da xwe û kabîneya xwe ya şer û dengê opozîsyonê ji bo hilbijartinên pêşwext qut kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst