Dua Lipa li Lubnanê serdana kampa penaberan kir

Hewlêr (Rûdaw) -  Stranbêj û modela Brîtanî Dua Lipa, ku bi regez ji Elbanya ye, bi piştevaniya UNECIFê serdana kampeke penaberên Sûrî li Lubnanê kir û xwest ku alîkariya zarokên penaber were kirin.

 

Dua Lipa, seredana ciwanên Sûrî yên ku rêxistina navdewletî li kampên Libnanê pişevaniya wan dike kir û tevlî çalakiyên wan bû.

 

Dua Lipa li nav zarokan rûnişt û tevlî stran û şahiyên wan ên piçûk bû. Li nav holeke sporê bi zarok û ciwanên penaber re lîst û bi hin nimayişan xweşî û şahî xist dilê wan.

 

Hunermenda Brîtanî, kelûpelên nîgarkêşiyê li ser zarok û ciwanên dabeşkirin û ji bo pêşxistina behreyên wan han dan.

 

Dua Lipa xwe bi wê serdanê bextewer dît û hêvî kir ku derfet li pêş hemû zarokan hebe ku xewna jiyana xwe bicî bînin.

 

Lipa got: “Ez hest bi bexteweriyê dikim ku ev derfet bo min hebû, taybet ji malbateke penaber. Ji ber ku ez li Berîtanya jidayik bûm û min dikarîbû xewna xwe bijîm, ji ber ku derfet bo min hebû, hest dikim divê ev derfet bo her zarokekê hebe da ku li cihekî bin bikarin pêşkevin û xwe baş bigihînin."

 

Lipa li nav konên penaberan geriya û li çîrokên wan guhdarî kir. Dê û bavê Lipa Elbanî ne û sala 1992an, ji ber şer penaberî Brîtanyayê bibûn.

 

Li Lubnanê bêhtirî milyonek penaberê Sûrî hene ku 500 000 ji wan zarok in. Gelek ji wan rastî tundiyê hatine û pêwîstiya wan bi xizmetguzariyên tendirustî û perwerdehî heye.