Nêrînên Kurdan di Cenêvê de ji hev cuda ne

17-04-2016
Nûreddîn Osman
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Cenêv (Rûdaw) - Dîsa civînên danûstendinên Cenêvê dest pê kirin û pêre jî cudabûna nerînan di nav mala kurdî de derket holê.

Aliyê ku beşdarî Cenêv nebûye, dixwaze bide xuyakirin, ku ew aliyê beşdarî Cenêvê bûye di nav şanda dijbereyê de nûneratiya kurda nake û çi biryar di Cenêvê de bên stendin ewê qebûl nekin.

Berpirsê Desteya Pêwendiyan Telal Mihemed wiha dibêje: “Îro em wek partî û rêxistinên siyasî li Rojava û Bakurê Sûriyê, piştî me gellek danûstendin kirin, em gihiştin wê yekê, ku çi hevdîtinek çareseriyê ji kirîza Sûrî re bibîne emê piştevaniya wê bikin. Lê em tekez dikin ku nebeşdarkirin me wek nûnerên gelê Kurd li Sûriyê û Encûmena Sûriya Demokratîk di Cinêvê de, wê bihêle ku ti encam ji wan danûstendinan re nebin. Emê pêbendî biryarên wan nebin û ev yek wê bihêle ku ev danûstendin binbikevin wek çawa danûstendinên berî niha di 2012 û 2014an binketin.”

Li aliyê din, Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku hejmarek ji berpirsên wê, wek nûnerên gelê Kurd di nav şanda dijbereyê de beşdarî Cenêvê bûne, dide xuyakirin ku tevî astengî û hebûna keleman li pêşiya danûstendinan, lê ewê berdewam bin di Cenêvê de.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro jî wiha got: “ Derbarê danûstendinên Cenêvê û destpêkirina gera 3yem de, em dixwazin bêjin ku hîn gellek xal wek xwe mane, û hîn jî astengî berdewamin û danûstendinên rasterast di navbera şanda dijbereyê û ya rejîmê de çênabûne. Herwiha pirsên mirovî û girtiyên siyasî û agirbestê hîna bi temamî çareser nebûne.”

Bingeha serekî ya karê siyasî dibêje, di dawiya şer û karên serbazî de, danûstendin hene û gotina dawî ya siyasetê û biryar û rêkevtinên navdewletî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst