Li Kabulê du jinên dadwer hatin kuştin

17-01-2021
RÛDAW
Nîşan Kabul Afganistan Dadwer Dadgeha Bilind
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kabula paytexta Afganistanê teqe li du jinên dadwer hat kirin û yekser canê xwe ji dest dan. Heta niha ne xuya ye kê ew kuştine, lê guman ji çekdarên Talîbanê tê kirin.

Polîsê bajêr ragihand ku di encama teqekirinê de du jinên dadwer ên Dadgeha Bilind a Afganistanê hatine kuştin.

Polîs dibêjin kujer reviya ne, tîmên peywendîdar dest bi lêkolînê kirine lê heta niha negehiştine ti zanyariyan ku di dosyayê de hevkariya wan bike.

Ti aliyekî berpirsyariya xwe ranegihandiye, lê guman ji Tevgera Talîbanê tê kirin ku dîrokeke wê ya dirêj di êrîşên wiha de heye.

Tevgera Talîban hêzeke Îslamî ya radîkal e û dijî karkirina jinan û têkelbûna wan a ligel civakê ye.

Kanûna sala derbasbûyî, çalakvana sivîl Firîşte Kuhstanî bi destê çekdarekî nenaskirî li parêzgeha Kapisa ya bakurê Kabulê hat kuştin.

Di dema 20 salên derbasbûyî de û piştî têkçûna desthilata Talîbanê, li Afganistanê hejmareke zêde ya jinên Afganistanê hatine kuştin, lê kujerên piraniya wan nehatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst