Artêşa Îsraîlê: 3 dîl bi şaşî hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsrailê ragihand ku li Xezeyê 3 dîlên Îsraîlî bi xeletî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de artêşa Îsraîlê got, “Hêzên artêşa Îsraîlê di şerê Şucaiyeyê de bi şaşî 3 dîlên Îsraîlî wekî gef dîtin.

Di encamê de leşkeran gule li wan reşandin û ew hatin kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di lêgerîn û kontrolên ku li herêma bûyer lê qewimiye de di derbarê nasnameya miriyan de guman derketiye û li ser vê yekê ji bo lêkolînê ew cenaze birine Îsraîlê.

Piştre derketiye holê ku ew cenaze yên dîlên Îsraîlî ne.

Hat diyarkirin piştî lêkolîna berfireh hat tespîtkirin ku cenaze yên girtiyên bi navê Yotam Haim û Samer Talalka û dîlê ku malbata wî nexwest navê wî bê eşkerekirin in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê derbarê mijarê de dest bi lêkolînê kiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Herêma ku bûyer lê qewimiye, herêmeke şer a çalak e ku ev çend roj in şer lê diqewime."