Qeter: Pêdiviya Encûmena Alîkariyê ya Kendavê bi reforman heye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Qeterê ragihand ku welatê wê pêbendê biryarên Encûmena Alîkariyê ya Kendavê ye, lê pêdiviya encûmenê bi reforman heye.

 

Di çarçoveya Foruma Salane ya Dewhayê de, Mihemed Ebdûlrehman El-Sanî, da zanîn ku pêdiviya encûmenê bi reforman heye û dibe ev reform bibin hevkar bo bidawîanîna pirsgirêkên navbera Qere û welatên endamê encûmenê.


Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Ebdûlrehman El-Sanî diyar kir ku Encûmena Alîkariyê ya Kendavê ne aktîv e û pêdiviya wê bi mekanîzmên nû heye bo çareserkirina pirsgirêkan.


El-Sanî ragihand heta niha jî Qeterê pişta xwe bi Kuwêt û hêzên din ên herêmî girêdaye daku bibin hevkarê çareserkirina krîzê û got: "Ji meha Hezîrana 2017an ve, Siûdiye, Îmarat, Behreyn û Misirê ambargoyeke siyasî û aborî danîne ser welatê me."