Netanyahu: Erdogan gundên welatê xwe bombebaran kirine

16-11-2023
RÛDAW
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi tundî bersiva Erdogan da
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi tundî bersiva Erdogan da
Nîşan Erdogan Netanyahu Îsraîl Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişa Hemasê ya li Îsraîlê, pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê aloz bûn.

Her du alî hev wek terorîst bi nav dikin û hev bi piştgirîkirina terorê tohmetbar dikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh bi tundî bersiva Erdogan da.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu anî ziman:

“Hinek hêz hene piştgiriya terorîstan dikin, yek ji wan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan e ku ji Îsraîlê re dibêje dewleta terorê.

Ya rast ew piştgiriya terorîstên Hemasê dike. Wî bi xwe çend gundên Tirkiyeyê bombebaran kirine lewma em dersê ji wî wernagirin.”

Axaftina Serokwezîrê Îsraîlê piştî wê yekê hat ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh di civîna heftane ya koma partiya xwe ya parlamentoyê de piştgiriya Hemasê kir û ji Îsraîlê re got, “Dewleteke terorê ye.”

“Ecelê te tê”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Îsraîl dewleta terorê ye. Hûn Hemasê wek rêxistineke terorîst dibînin lê Hemas partiyeke siyasî ye û li Filistînê beşdarî hilbijartinan bû û bi ser ket, piştre mafên wê hatin zeftkirin.

Kê ev yek kir? Îsraîl û Amerîkayê bi hev re mafên wan zeft kirin. Ez ji vê derê bangî Netanyahu dikim. Çekên te yên atomî hene yan na? Eşkere bike lê tu nikarî.

Ey Îsraîl çekên te yên atomî hene û tu bi wan gefê dixwî. Em wê dizanin lê ecelê te tê. Çiqas çekên te yên atomî hebin bila hebin tu dê biçî.”

Piştî PKKyê li dijî dewleta Tirkiyeyê di Tebaxa 1984an de şerê çekdarî ragihandin, hikûmetên Tirkiyeyê bi hinceta rûbirûbûna PKKyê, di salên 80ê û 90an ên sedsala borî de, zêdetirî 3 hezar gund û mezrayên Bakurê Kurdistanê vala kirin, şewitandin, ji ber wê jî nêzîkî 3 milyon Kurd neçar bûn ku koç bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst