XEZE – Artêşa Îsraîlê bîrdariya keştiya Tirkiyeyê rûxand!

Hewlêr (Rûdaw) -  Artêşa Îsraîlê, li Xezeyê bîrdariya ku ji bo keştiya Tirkiyeyê hatibû çêkirin rûxand.

Artêşa Îsraîlê, 31ê Gulana 2010an êrişî keştiyeke Tirkiyeyê kiribû ku hewl dida alîkariyên mirovî bigihîne Xezeyê.

Di vê êrişê de 10 rewî hatibûn kuştin.

Ji bo biranîna wan rewiyan li Bendera Xezeyê peykerekî bi navê "Bîrdariya Marmaraya Şîn/Mavî Marmara" hatibû çêkirin ku bilindahiya wî 12 metre bûn.

Artêşa Îsraîlê îro ew peykerê bîrdariyê bombebaran kir û rûxand.