Li Xezeyê heta niha 50 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) -  Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 31ê Çiriya Pêşînê ve li Xezeyê 50 leşkerên wan hatine kuştin.

Di daxuyaniya artêşê da hat diyarkirin, di pevçûnên li bakurê Xezeyê da 2 leşkerên wan ên din jî hatin kuştin û hejmara leşkerên kuştî bû 50.

Li gorî daxuyaniyê, 2 leşkerên Îsraîlê jî birîndar bûne û birînên wan giran in.

Artêşa Îsraîlê berê ragihandibû ku li Xezeyê 48 leşkerên wan hatine kuştin.

Li aliyê din, hejmara Filistîniyên ku li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê hatin kuştin gihişt 11 hezar û 500î.