XEZE - Hejmara kuştiyan gihişt 11 hezar û 500î

16-11-2023
Nîşan Xeze Îsraîl Êriş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara Filistîniyên ku li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê hatin kuştin gihişt 11 hezar û 500î.

Ofîsa Medyayê ya Hikûmet Xezeyê derbarê êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de agahî dan.

4 hezar û 710 zarok hatine kuştin

Hat gotin ku di êrişên artêşa Îsraîlê de, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve li Xezeyê 11 hezar û 500 Filistînî hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê jê 4 hezar û 710 ji wan zarok, 3 hezar û 160 ji wan jî jin in.

51 rojnameger hatine kuştin

Hat daxuyandin “Di êrişên Îsraîlê da 200 xebatkarên tenduristiyê, 22 xebatkarên parastina sivîlan û 51 rojnameger hatine kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev 40 roj in êriş berdewam dikin.

Li gorî heman daxuyaniyê, heta niha 29 hezar û 800 kes birîndar bûne ku ji sedî 70yê wan jin û zarok in.

Herwiha hat gotin bi tevahî 3 hezar û 640 kes winda ne ku hezar û 755 ji wan zarok in.

Hat ragihandin, “Ji ber êrişên Îsraîlê 25 nexweşxane, 52 navendên tenduristiyê û 55 ambulans nikarin xizmetê bidin.”

Hat gotin ku ji ber êrişan 74 mizgeft bi tevahî hilweşiyane, 3 dêr û 162 mizgeftan jî xisar dîtiye.

Dîsa di daxuyaniyê de amaje pê hat kirin ku “Di êrişên Îsraîlê de 255 dibistan hedef hatin girtin, ji wan 63 nikarin perwerdeyê bidin û 95 tesîsên hikûmetê jî hilweşiyane.”

Li aliyê din, heta niha di êrişên Hemas û grûpên din ên ku piştgiriyê didin Hemasê de, tevlî leşkeran herî kêm hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst