Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyeyê: Rojeva wan çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê îro biçe Enqereya paytexta Tirkiyeyê û dê li ser çend mijarên girîng gotûbêjan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li Enqereyê piştî 177 rojan bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir Nêçîrvan Barzanî û Erdogan dê li ser gelek mijaran ên ku di berjewendiya hevpar de ne biaxivin û got:

“Di çarçoveya serdanê de dê pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê re û rûdanên dawî yên li herêmê werin gotûbêjkirin.”

“Gelek serkirdeyên Rojhilata Navîn guhê xwe didin pêşniyarên Nêçîrvan Barzanî”

Berpirsê Rewşenbîrî û Ragihandinê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Karox Xoşnaw jî diyar kir ku ev serdana di demeke hesas tê kirin.

Karox Xoşnaw derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de wiha got:

“Ev serdana di vê dema hestyar de ji bo wê yekê ye herî kêm Îraq û Herêma Kurdistanê ji pirsgirêkên vî agirê niha li Rojhilata Navîn heye bên parastin.

Karakterê dîplomatîk ê birêz Serokê Herêma Kurdistanê, karakterekî ne dûrî realîteyên jiyanê ye lewma gelek serkirdeyên Rojhilata Navîn guhê xwe didin nerîn, têbînî û pêşniyarên wî.”

Pêwendiyeke bihêz di navbera Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan de heye.

Vê yekê jî wiha kiriye ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêş kevin û qayîmtir bibin.

Erdogan ji bo gelek merasîmên taybet wekî dema sondxwarina xwe ya wekî serokkomar û kongreya partiya xwe Nêçîrvan Barzanî vexwendiye.

Nêçîrvan Barzan û Erdogan di civînên xwe de jî li ser mijarên hestyar guh li nerînên hev digirin.

"Rûdan Tirkiyeyê teşwîq dikin"

Şirovekar û rojnameger Nagehan Alçiyê jî wiha li ser serdanê got:

“Rûdanên li Rojhilata Navîn, desthilata Tirkiyeyê teşwîq dikin ku li gel Kurdan diyalogê bike. Ev rewşê cuda dike.

Ez serdana Serokê Herêma Kurdî ya Îraqê Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê di vê çarçoveyê de dinirxînim.”

"Dikare navbera Mazlûm Ebdî û Tirkiyeyê xweş bike"

Rojnameger Amberîn Zamanê jî amaje bi wê yekê kir ku Nêçîrvan Barzanî dikare navbeyna Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Tirkiyeyê xweş bike.

Amberîn Zamanê li ser hesabê xwe yê Xê wiha got:

“Nêçîrvan Barzanî hewl dida navbera Fermandeyê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî û Tirkiyeyê xweş bike lê ji ber helwesta tund a aliyê Tirkiyeyê nekarî bi ser bikeve.

Vê carê rewş gelekî cuda ye.”

Serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya Tirkiyeyê adara îsal bû, ku bi armanca beşdarbûna Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê çûbû wî welatî.

Nêçîrvan Barzanî wê demê li gel Recep Tayyip Erdogan mijarên wekî pêşxistina pêwendiyan, hevkariya hevbeş a Tirkiyeyê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û herwiha rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê nirxandin.