Mehmûd Ebas: Hemas nûnertiya Filistîniyan nake

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Filistînê ragihand ku Hemas nûnertiya gelê Filistînê nake.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê Wafayê Serokê Filistînê Mehmûd Ebas bi Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re bi telefonê axivî.

Di pêwendiya telefonî de Mehmûd Ebas aniye ziman:

“Divê êrişa Îsraîlê ya li ser Xezeyê tavilê raweste. Divê Filistînî bên parastin, ji bo Xezeyê korîdorên alîkariya mirovî bên vekirin, av, elektrîk û sotemenî ji bo welatiyên li wir bên şandin.”

Mehmûd Ebas destnîşan kir ku ew bi tevahî li dijî koça bi darê zorê ya ji Xezeyê ye û diyar kir ku ev dê bibe Nekbeyê duyem.

Mehmûd Ebas diyar kir ku ew li dijî kuştina sivîlên her du aliyan e û bang li her du aliyan kir ku girtî, dîl û sivîlan berdin.

Mehmûd Ebas destnîşan kir ku ew li dijî tundûtûjiyê ne û Hemas nûnertiya gelê Filistînê nake.

“Nûnerê Filistînê Rêxistina Rizgariya Filistînê ye”

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas li ser şerê Hemas û Îsralê jî got:

“Ya ku wê dagirkeriyê bi dawî bike, pêdiviya çareseriyeke siyasî ye. Yekane nûnerê rewa yê gelê Filistînê bi biryar, bername û polîtîkayên xwe Rêxistina Rizgariya Filistînê ye.

Ne polîtîkayên rêxistineke din e.”

Şerê Îsraîl û Hemasê

Baskê çekdar ê Hemasê Tûgayên Îzeddîn El-Qesam, sibeha 7ê Çiriya Pêşîn bi navê “Tofana Eqsayê” êrişeke berfireh li dijî Îsraîlê da destpêkirin.

Ji Xezeyê ber bi Îsraîlê ve bi hezaran mûşek hatin avêtin, Hemasê êrişî Deriyê Sînorî yê Beyt Hanûn-Erezê yê li ser sînorê Xeze-Îsraîlê kir û ew der bi dest xist.

Grûpên çekdar piştre ji wir derbasî nav Îsraîlê bûn û artêşa Îsraîlê jî bi dehan balafirên şer êrişî Xezeyê kir.

Hat ragihandin ku di êrişa Hemasê de hezar û 300 Îsraîlî hatin kuştin û 3 hezar û 436 Îsraîlî jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 670 kes hatine kuştin û 9 hezar û 600 kes jî birîndar bûne.

Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 9, li Lubnanê jî rojnamegerekî canê xwe ji dest da.