Şerê desthilatê di nava Talîbanê de gur dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Raportên li ser gurbûna şerê desthilatê di nava Talîban de zêde bûne. Li gor zanyariyan Cîgirê Serokwezîr Mela Ebdulxenî Birader jî ne diyar e, lê piştre Birader bi rêya vîdyoyekê ragihand ku ew li devereke dûrîdest e, înternet nîne û ji ber vê yekê bê xeber e, lê tu nakokî di navbera wî û aliyên din de nînin.

Birader di hevdîtinên Dohayê de li gel Amerîka, Serokê Şanda Talîban bû û piştî avakirina hikûmetê jî pêgeha wî weke ya Wezîrê Derve bû, lê di dema pêşwazîkirina Wezîrê Derve yê Qeterê Muhammed bin Abdurrahman el Sanî de nehate dîtin û ev yek bû sedema gotegotan.

Nûçeyên li ser nakokiyên di nava Fraksiyona Talîban a Doha û Grûba Haqqanî de yekser piştî hatina ser desthilatê belav bûn.

Heta niha kes nizane Serokê Rûhanî ê Talîban Mele Hibetullah Ahundzade jî li ku ye. Herî dawî ew sala 2019an hatiye dîtin û piştre jî gotegot belav bû ku ew li Pakistanê di êrîşekê de hatiye kuştin.

Talîban, mirina Mele Umerê damezrênerê rêkxistinê jî bi salan veşart û piştre sala 2015an eşkere kir.