Ji bo Operasyonên Hevbeş derbarê Pêşmerge de pêngaveke nû

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, fermandehiyeke Operasyonên Hevbeş ava dike û biryar e Hêza Pêşmerge jî têde cih bigre.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Adil Ebdulmehdî, bi fermaneke dîwanî, fermandehiyeke operasyonên hevbeş bi serokatiya xwe ava dike.

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Adil Ebdulmehdî  weke cîgirê xwe Ferîq Rukin Ebdulemîr Reşîd Yarella diyar kiriye.

Weke ku di wê fermana dîwanî de hatiye, dê li fermandehiya operasyonên hevbeş nûnerên Wezareta Bergiriyê, Wezareta Navxwe, Dezgeha Dijî Terorê, Dezgeha Asayişa Niştimanî, Dezgeha Hewalgîriya Nîştimanî ya Iraq, Fermandehiya Hêzên Bejahî, Fermandehiya Bergiriya Asmanî, Fermandehiya Firokevaniya Artêşê, Fermandehiya Hêzên Asmanî, Desteya Heşda Şebî û Wezareta Pêşmerge, hebin.