Erşad Salihî dixwaze Tirkiyê li dijî biryara giştpirsiyê bertekên tund bide

16-09-2017
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Gişştpirsî Erşsa Salihî Eniya Tirkman Enqere PDK
A+ A-

Enqere  (Rûdaw) – Serokê Eniya Tirkmenan Erşad Salihî li Enqerê beşdarî  panêlekê bû û careke din daxwaz kir ku giştpirsîya Kurdistanê bê betal kirin.

 

Li gorî Salihî, dibe ku di Kurdistaneke serbixwe de rewşa Tirkmenan xirab be. Lê nunerê PDKê yê Enqerê Omer Mîranî dibêje digel ku  beriya 2003’yan li İraqê navê tirkmentiyê nedihat binavkirin lê niha li herema Kurdistanê tirkmen xwediyê tevahiya mafên xwezayî ne.  

 

Li paytexta Tirkiyê Enqerê ji aliyê navêndên ramanên stratejîk ORSAM û TEPAV’ê ve di derbarê giştpirsiya herema Kurdistanê de panêlek hate lidarxistin. Serokê Eniya Tirkmenan Erşat Salihî jî beşdarî vê panelê bû. Salîhî di axaftina xwe de nêrînên xwe yên li dijî giştpirsiyê dubare kirin.

 

Li gorî Salihî, dibe ku di Kurdistaneke serbixwe de rewşa Tirkmenan xirab be. Lê nunerê PDKê yê Enqerê Omer Mîranî dibêje digel ku  beriya 2003’yan li İraqê navê tirkmentiyê nedihat binavkirin lê niha li herema Kurdistanê tirkmen xwediyê tevahiya mafên xwezayî ne.

 

Serokê Eniya Tirkmenan Erşad Salîhî wiha got: “Ji bo giştpirsiyê dê hinek peyman hebin. Şandeya kurdan hate Bexdayê û em bi wan re rûniştin. Me ji wan re got nabe ku giştpirsî were taloqkirin, divê were betalkirin. Bi heman awayî me ji hikûmeta navendî re jî got eger rêvebiriya bakurê Iraqê biryara giştpirsiyê bide, were Bexdayê û dîsa werin bo peymandanînê em bi çavekî  şikbar li wan binêrin.”

 

Salîhî îda dike ku di kurdistaneke serbixwe de mafên tirkmenan dê bên binpêkirin. Nunerê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) yê Enqerê Omer Mîranî jî bersiva Salihî da û got ew xemana ne rasteqîne ne.

 

Nûnerê PDKê yê Enqerê Omer Mîranî amaje bi wê yekê kir ku li Iraqê her tim mafên tirkmenan jî hatiye binpêkirin û got: “Eger hatû û sibê dewleta kurdistanê dirist bû kes nabêje tirkmen heqê te ev e. tirkmen wê bixwe heqê xwe diyar bike.”

 

Erşad Salîhi li Enqerê seredana çend partiyan jî kir. Salîhî ji hikumeta Tirkiyê jî daxwaz dike ku li dijî biryara giştpirsiyê bertekên tund bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst