Ozbekistan: Me balafirek leşkerî ya Efxanistanê xist

16-08-2021
RÛDAW
Nîşan Efxanistan Ozbekistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Ozbekistanê ragihandin ku balafira şer a Efxanistanku li herêma Surhanderya ji aliyê wan ve hate xistin.

Wezareta Berevaniya Ozbekistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan balafireke Efxanistanê bi sedema ku sînorê asmanî binpê kiriye xistine xwarê.

Li gor daxuyaniyê balafira hêzên lşekerî ya Efxanî ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Ozbekistanê ve li herêma Surhanderya hate xistin.

Di nûçeya portala Gazeta.uz de hat ragihandin ku du leşkerên Efxanî yên di balafirê de birîndar bûn û bo nexweşxaneya li Tirmiziyê hatine veguhestin.

“Efserekî firokeyek revand”

Li gorî îdîayek, efserekî ji artêşa Efxanistanê balafirek revand. Hîn nayê zanîn ka ev firokeya ku Ozbekistanê xistiye yan yeke din e. Lêbelê, li gorî îdîayan, balafira ku hatiye revandin heman balafir e ku hatiye xistin.

84 leşkerên Efxan ji ber Talibanê revîn û xwe spartin Ozbekistanê

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Ozbekistanê de hat eşkerekirin, 3 jê birîndar bi tevahî 84 leşkerên ji yekîneyên parastina sînorê Efxanistanê duh bi şev sînor binpê kirin û derbasî Ozbekistanê bûn.

Hat diyarkirin, alîkariya tibî ji bo leşkerşn Efxan hat kirin. Her wiha hat diyarkirin, leşkerên Efxan ji bo demeke berwext li ciyekî hatin bicihkirin.

Herwiha hat îdiakirin, alîkarê berê yê Serokomarê Efxanistanê Mareşal Raşîd Dostûm jî derbasî Ozbekistanê bû. Lê Wezareta Navxwe ya Ozbekistanê ev mijar zelal nekir.

Sînorê Efxanistanê yê bi Ozbekistanê re 144 kîlometre ye. 

Berî niha jî zêdeyî 100 leşkerên Efxanistanê ji ber Talibanê revîbûn û xwe spartibûn Ozbekistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst