Sûriye û Urdin amadekariya vegera penaberên Sûrî dikin

16-08-2018
RÛDAW
Amadekariyên bo vegera penaberên Sûrî li ser sînorê Nesîb ligel Urdinê berdewam in.
Amadekariyên bo vegera penaberên Sûrî li ser sînorê Nesîb ligel Urdinê berdewam in.
Nîşan Sûriye Urdin Penaber Amadekarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amadekariyên bo vegera penaberên Sûrî li ser sînorê Nesîb ligel Urdinê berdewam in daku pêşwazî li sedan penaberên Sûrî were kirin ku dixwazin vegerin welatê xwe.

 

Li gor medyaya Sûriyê, di çarçoveya rêkeftineke navbera hikûmeta Sûriye û Urdinê de, ew penaberên li Urdinê dimînin ku hejmara wan 2 milyon û 400 hezar kes e, asankarî ji wan re tê kirin daku vegerin wan bajar û gundên ku di vê dema dawî de Artêşa Sûriyê kontrol kirine.

 

Parêzgarê Deraa, Xalîd Elxenûz dibêje: "Bi fermî ji aliyê hikûmet, dewleta Sûriye û wezaretên me ve daxwaz ji me hatiye kirin ku pêşwazî û amadekariyê bo vegera penaberan bikin û vî deriyê demkî vekin. Evna deriyekî demkî ye ne Deriyê Nesîb ê fermî ye ku piraniya wê hatiye wêrankirin, ev derî hatiye vekirin daku pêşwaziyê li vegera malbatan bikin, ez nabêjim penaber lê ew malbatên vedigerin. Gelek amadekarî hatiye kirin bo asankirina vegera wan û hemû rê vekirî ne."

 

Roja Duşembê jî desthilatdarên Sûriyê garantî dan xelkê Sûriyê û soz dan ku silametî û ewlehiya welatiyan biparêzin. Herwiha daxwaz ji welatên Rojava kirin ku hevkar bin û ambargoyê rakin.

 

Muxtarê Gundê Nesîb ê Parêzgeha Deraayê, Ehmed El-Rifey jî dide xuyakirin: "Em îro hatine pêşwaziyê li zarokên xwe bikin, li dayîkên xwe ku ji ber terorê koçberî Urdinê bûn. Em hatine pêşwaziyê li wan bikin, gelekî bixêr bên, û bo wan hemû Sûriyên li derveyê Sûriyê ne bi hêviya xwedê vedigerin welatê xwe, niştimanê dayîk û Sûriyeya ezîz."

 

Ajansa Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan dibêje, ku hê zûye propagandeyê bo vegera Sûriyan bikin, ji ber welat ne aram e û li bakurê welat di dawiya vê hefteyê de bi kêmanî 134 welatî hatine kuştin ku di nav wan de çendîn zarok hebûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst