Hêzên Hikûmî nêzîkî Koşka Komarî dibin

Navenda Nûçeyan - Hêzên hikûmî li Yemenê gelek navçeyên girîng li parêzgeha Tehezê kontrol kirin û nêzîkî Koşka Komarî dibin.

 

Çavkaniyên serbazî ji Yemenê ragihandin ku hêzên hikûmî û alîgirên Serokê Yemenê Ebid Rebo Mensûr Hadî li parêzgeha Tehezê êrişî wargehên hûsiyan û alîgirên Elî Ebdella Salih kirin.

 

Hat got di encama wê êrişî de gelek ziyan gihane hûsiyan û alîgirên Elî Ebdella Salih.

 

Herwiha li gorî agahiyên serbazî, hêzên hikûmî û alîgirên Mensûr Hadî, bingeha polîs û embareke serbazî û gellek cihên stratêjîk li parêzgeha Tehezê kontrol kirin û niha ber bi Koşka Komarî pêş dikevin.