Serokwezîrê Iraqê piştî civîna bi Esed re: Divê hemû axa Sûriyê vegere di bin kontrola Şamê

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Sûriye Mihemed Şiya Sûdanî Beşar Esad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya. Ji sala 2010an vir ve ji Iraqê kesekî ev qas payebilind serdana Sûriyê nekiribû. Ji Iraqê herî dawî ji serokwezîrên berê Nurî Malîkî di 2010an de serdana Sûriye kiribû.

Serokomariya Sûriyê ragihand ku di civîna Esed û Sûdanî de pêşxistina peywendiyan di warên bazirganî, veguhestin û pîşesaziyê de, û şerê li dijî terorê gotûbêj kirine.

Piştê civînê Esed û Sûdanî konferansek rojnamevanî li darxistin, Serokê Sûriyê got ku peywendiyên wan bi Iraqê re dîrokî û bihêz in.

Serokê Sûriyê eşkere kir ku, hinek welatên cîran bi awayekî rasterast destê wan di terorê de hebû, para Iraq û Sûriyê ji ava Feratê didizin û ziyanê digihînin Sûriyê û Iraqê.

Serokê Sûriyê Beşar Esed got: “Hinek welatên cîran bi awayekî rasterast destê wan di terorê de hebû, ji ber hin sedemên siyasetên berfirehbûna desthilatê yan jî bîrûbaweriyên paşketî. Herwiha ji ber dizîna para Sûriyê û Iraqê ji ava Feratê, tîbûn, birçîbûn çêbûne û ew bûye sedema belavbûna nexweşiyan. Ev beşek ji wan xalan bû ku me behs kir û gelekê xalên din jî weke destdirêjiya ser welatên Ereb weke Filestîn, Eqsa û pîroziyên me, û gelek tiştên din ku rûbirûyî welatên Ereb dibin.

Herwiha me behsa karesata madeyên hişbir kir ku rûbirûyî me dibe û ya herî metirsîdar e jî û ti cudahiyê wê ji terorê nîne ji ber ku dikare civakê wêran bike bi heman awayê ku teror dike.”

Sûdanî: Divê giştî axa Sûriyê di bin kontrola hikûmeta Şamê de be

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir, di navbera Iraq û Sûriyê de têkiliyên hevpar hene, divê her du welat ji bo rîskan têkoşîna hevpar bidin.

Sûdanî da zanîn ku, helwesta Iraqê ew e ku hemû xaka Sûriyê vegere bin kontrola dewleta Sûriyê, her navçeyeke ku di bin kontrola terorîstan de be, dê li ser asayişa niştîmanî ya Iraqê jî gef be.

Serokwezîrê Iraqê got: “Helwesta Iraqê piştevaniya yekîtiya xaka Sûriyê û destdanîna dewleta Sûriyê û yasayê li ser hemû herêm û hemû axa Sûriyê, ev helwesteke yasayî ye û ev pirs girêdayî asayişa niştîmanî ya Iraqê ye, û her cihek ku ne di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de be û grûpên terorî têde bin, dibe sedem ku li ser asayişa Iraq, navçe û hemû dinyayê gef e.”

Sûdanî behsa Kampa Holê jî kir û got, ku Iraq dê welatiyên xwe ji wê kampê vegerîne û pêwîst e hemû welat jî welatiyên xwe vegerînin û wiha pê de çû: “Pêwîste em hevahengiyê bikin ji bo pişkên yeksan û dadperwerane ji bo her welatekî û em li gel welatên ku av jê tê ji bo garentîkirina pişkên herdû welatan. Dema ku Wezîrê Derve serdana Bexda kir, me daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku alîkariyê bi kenalên fermî re bike û Iraq pabende bi vegera welatiyên xwe li got mekanîzmên ku me li serê li hev kiriye. Em heta niha bi hêvî ne ku welatên cîhanî destpêşxer bin û bi heman rolê bilîzin ku Iraqê kir li hember welatiyên xwe ku li wê navçeyê hene û bingeha idyolojiyeke xirab tê danîn û metirsiyên wê li ser navçeyê hene.

Di berdewamiya axaftina xwe de Sûdanê herwiha got: “Iraq piştevaniya wan hewlan dike ji bo rakirina dorpêç û cezayên ser Sûriyê ku di berjewendiya xelkê wê de be û gerentîkirina gihandin û derbaskirina alîkariyan û pêwîstiyên hemû xelkê Sûriyê bi awayê ku zehmetiyên wan sivik bike û pêwîstiyên wan yên sereke pêk bîne.”

Li ser rûbirûbûna madeyên hişbir Sûdanî got, ku wan li ser dîtina mekanîzmên rûbirûbûna madeyên hişbir li hev kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst