Ebdultefah Sîsî: Artêşa Misirê li ser daxwaza eşîran diçe nav Lîbyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî di civîna li gel serok eşîrên Lîbyayê de ragihand, “em dikarin bi awayekî herî bilez hevkêşeya leşkerî ya li Lîbyayê biguherin.”

Ebdulfetah Sîsî Serokê Misirê îro li Qahîre ya paytexta wî welatî li gel hejmareke zêde ya serok eşîrên Lîbyayê civiya û behsa rewşa herî dawî û pêşhatên li Lîbyayê kir.

Sîsî amaje bi wê yekê kir, ku Misir dikare bi awayekî pir bilez guhertinê di hevkêşeya leşkerî ya Lîbyayê de bike û got: “Em dê li ser daxwaza we derbasî nav Lîbya bin û bi fermana we jî jê derkevin, û em ji bilî istiqrara welatê we tiştekî naxwazin.”

Li Lîbyayê ji sala 2011ê ve û piştî rûxana rejîma Muemer Qezafî, şerekî navxweyî yê dijwar heye, bi taybet di navbera du hikûmetên li rojava û rojhilatê wî welatî de.

Rojhilatê Lîbyayê û rûbereke zêde ya axa wî welatî di jêr kontrola Artrêşa Niştimanî ya Lîbyayê de ye, ku general Xelîfe Hefter serokatiya wê dike. Misir piştevanekî serekî yê hêzên Hefter e.

Herwiha li Lîbyayê hikûmetek jî li Trablusê heye, ku Fayiz El Serrac serokatiya wê dike û Tirkiye piştgiriya wê hikûmetê dike.

Serokê Misirê diyar kir ku pêwîst e dawî li veguhastina çek û çekdaran bo nav Lîbyayê were anîn û got, ew bi ti awayî rê nadin êrîşî xeta Sirt-Jufra bê kirin.

Sîsî destnîşan kir, “ji bo çûna nav Lîbyayê em dê moletê ji parlamentoya Misirê werbigirin.”