Penaberên Sûrî yên li Libnanê di rewşeke xirab de dijîn

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên Sûrî yên ku li kampeke penaberan a li navçeya Sehil Bîqai ya Libnanê dimînin ji ber qutkirina alîkariya Netewên Yekbûyî di rewşeke dijwar de ne.

Li kampeke penaberên Sûrî ya li navçeya Ber Ilyas a Sehl El-Bîqai a rojhilatê Libnanê, zêdetirî şeş meh in alîkariyên Netewên Yekbûyî li ser penaberan hatine birrîn. Bi sedema wê yekê jî, penaber ketine rewşeke zehmet a debara jiyanê.

Penabera Sûrî ya li Libnanê Necwa Casim got “Bihayê nan li mala min nîne û ez nikarim kar bikim. Nikarim zarokên xwe jî bişînim kar bikin, hemû zarok in. ev jî tûşbûya kêmgeşbûnê ye, nikare here ber rokê, êdî nikare kar bike.”

Nifşek ji penaberên Sûrî, ku ji zaroktiya xwe ve koçber bûne, êdî pêşeroja wan nema diyar e û ev yek jî tirsê li cem dê û bavên wan dirust dike.

Penaberê Sûrî yê li Libnanê Hiket Seferî dibêje “Rewş zehmet e. Binere, zarokên min dema hatin vê derê, temenê wan 2-3-4 sal bû. Yê mezin ji wan 4 salî bû, Mihemed e, aniha 15 salî ye, paşeroja wî hemû winda bûye.”

Aniha serê her malbatekî ji penaberên Sûrî li Libnanê tenê 20 dolaran di mehê de werdigire ku têra wan nake.

Kordînatorê Netewên Yekbûyî yê Karûbarên Mirovî yê Libnanê Omran Ezîz diyar kir “Em pêşbînî dikin rewş zehmet be. Em dizanin par me nîvê tiştê ku îsal bidest xistiye, wergirtibû. Par, ji bo vê pirsê, me hinekî kêmtir ji 1.4 milyar dolarî wergirtibû. Lê îsal, tiştê em dixwazin derdora 3.8 milyar dolar e.”

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, 805 hezar û 326 penaberên Sûrî li Libnanê dijîn û bi giştî li welatên derdora Sûriyê 5 milyon û 279 hezar û 6 penaberên Sûrî dijîn.

Di demekê de ku 14 û 15yê vê mehê kongireya heftem a Brukselê tê lidarxistin, li şeşemîn kongireya Brukselê ya par 6.7 milyar dolar ji bo xelkên Sûriyê û welatên derdorê, ku penaberên Sûrî lê hene, pêşkêş kiribûn.