Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê di daxuyaniyekê de eşker kir ku serê sibeha îro hêzên wan di operesyoneke “daketina esmanî de, serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê girtine.
Berpirsekî Wezareta Berevaniyê ya Amarîkayê ji medya welatê xwe re gotiye, serkirdeyekî DAIŞê li bakurê rojavayê Sûriyê hatiye girtin. Medya Tirkiyê jî piştrast kiriya ku ew serkirdeyê DAIŞê li navçeyên jêr desthilate hêzên Tirkiyê de bûye û bê agahdariya wan hatiye girtin.
Hevpeymaniya Navdewletî navê wî berpirsê DAIŞê eşkere nekiriye, lê di daxuyaniya xwe de gotiye, ku ew kes “hevahengîker û pisporekî bi ezmûn ê çêkirina bombeyan e.”
Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, “bi hûrî pilan bo operesyonê hatibû danîn daku zerar negihe xelkê sivîl an firoke û kelûpelên serbazî yên Hevpeymaniyê.”
Xilafeta DAIŞê di Adara 2019an de bi dawî bû û hema hema hemû navçeyên di jêr destê wê de hatin rizgarkirin, piraniya çekdarên DAIŞê yên mayî di veşartgehên nav biyabanên Sûriyê de bicîh bûn.
Ji wê demê ve ji wan cihan êrîşî şervanên YPGê û hêzên hikûmeta Sûriyê dikin, ji bilî pêkanîna êrîşên partîzanî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê.
Xelîfeyê berê yê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Qureşî di Sibata îsal de li bakurê rojavayê Sûriyê hat kuştin ku li gor Koşka Spî û rayedarên berevaniyê yên Amerîkayê wî xwe teqand daku nekeve destê hêzên Amerîkayê.
Jinavbirina wî serkirdeyê DAIŞê derbeke mezin bû ku li wê rêxistinê hat xistin, piştî kuştina Ebû Bekir El-Bexdadî xelîfeyê yekem ê DAIŞê di operasyoneke taybet a Amerîkayê ya sala 2019an de.
Xelîfeyê niha yê DAIŞê Ebû Hesen El-Haşimî El-Qureşî ye ku heta niha zaniyariyên zêde li ser nayên zanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse