Serokê Îmaratê bi fermî Beşar Esed bo konferanseke navdewletî vexwend

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îmaratê bi awayekî fermî Serokê Sûriyê Beşar Esed ji bo beşdarbûna di Konferansa Keşûhewayê de vexwendiye

Serokê Îmaratê, Mihemed Bin Zayid Al Nehyan bi fermî Serokê Sûriyê Beşar Esed ji bo beşdarbûna di Konferansa Keşûhewayê de vexwendiye.

Balyozxaneya Îmaratê ya li Şamê di twîtekê de ragihandiye ku roja Şemiyê 13ê Gulanê Serokê Sûriyê, Beşar Esed dawetnameya beşdarbûna di kongreya COP28 a Dubay de wergirtiye.

Konferansa Keşûhewayê COP28 dê ji 30 Mijdarê heta 12 Kanûna îsal li bajarê Dubay bê lidarxistin.

Di civîna dawî de ya Wezîrên Derve yên welatên Erebî de, biryara vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî hatibû dayîn. Herwiha hejmarek welatan û ji wan jî Îmarat, Misir û Erebistana Siûdiyê pêwendiyên xwe bi Sûriyê re asayî kirine.

Wezîrekî Sûriyê beşdarî civîneke Komkara Erebî bû

Li aliyekî din, piştî 12 salan ji bo yekem car Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve yê Sûriyê Mihemed Samir Xelîl beşdarî civîna wezîrên Encûmena Aborî û Civakî ya Komkara Erebî bû û bang li welatên Erebî kir ku li Sûriyê hilberînê bikin.

Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve yê Sûriyê herwiha diyar kir, Sûriye amade ye di hemû waran de bi welatên Erebî re kar bike.

Di heman demê de, Wezîrê Darayî yê Siûdiyê Mihemed Cidaan jî di wê civînê de pêşwazî li vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî kir û got, ew dixwazin bi Sûriyê re kar bikin.