Mihemed Îsmaîl aşkere kir: Amerîka û Mezlûm Kobanî nexşerêya ENKSê îmze kirin

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) û Endamê Serkirdayetiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ragihandin ku welatên Ewropî bi berdewamî ji wan re dibêjin, eger ew ne di nav Opozisyona Sûriyê de bin, ew nikarin alîkariya ENKSê bikin û diyar kir ku ti aliyek wan mecbûr nake di nav Îtîlafê de bimînin.

Mihemed Îsmaîl dibêje, ew pabendî belgeya ku ligel Îtalafê îmze kirine û ew rêkeftin baştirîn rêkeftina Kurdên Sûriyê ye ligel opozisyona wî welatî û got, eger aliyekî din ji wê belgeyê baştir bide Kurdên Sûriyê ew dê biçin cem wan.

Derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî de Mihemed Îsmaîl ku di heman demê de Serokê Şanda Danûstandin a ENSKê ligel PYNKê ye got: “Em nabêjin nemaye, di serî de jî tunebû, heta aliyekî garantor ê wek Amerîka, hat ser xetê û serpereştiya civînan jî dikir. Me di demeke baş de gelek xal jî derbas kirin. Ji be hin herêmî û navdewletî, ew cidiyet, xurtbûn bi lez çênebû, lê em wek ENKS nabêjin diyalog nemaye, ji ber ku baweriya me pê heye ku helwesteke Kurdî çê bibe ku berjewendiya miletê tê de heye.”

Sekreterê Polîtburoya PDK-Sê herwiha got: “Eger ev diyalog berdewam bike berjewendiya miletê me tê de heye. Ew dixwazin vê diyalogê xirab bikin û ji xelkê re bêjin nemaye, gelek berpirsên wan dibêjin nemaye jî. Ew dibêjin nemaye, lê me negotiye nemaye. Amerîka dibêje heye û ofîseke me heye li ser danûstandinan.”

Mihemed Îsmaîl behsa sedema li darnexistina Kongereya PDKS û ENKSê, ku çend sal di ser re derbas bûne, helwesta wan a binpêkirinên li Efrînê çêdibin, hebûna wan di Itîlafê de û Diyaloga Kurdî-Kurdî dike.

Dilbixwîn Dara: Kongreyên PDKS û ENKS dê kengî werin lidarxistin?

Mihemed Îsmaîl: PDKS jî ENKS jî bi rastî pêwîstiyeke zor heye bi girêdana kongreyê, kongreya PDKSê demeke dirêj e nehatiye kirin ji ber ku hin rewşên tengav hebûn. Zemînek peyda nebibû ku karibe tê de kongreya xwe bike. Nûjenkirina endam û berpirsên partî gelek girîng e, PDKS xwedî xebateke xurt di nav Suriyê de, di nav civaka Kurdî li Sûriyê, xwedî hêzeke xurt e. Pêwîstî heye ew rêxistin aktîf bibe, heta niha jî rewşê dibînin, zemînek peyda nebûye ku karibe kongreya xwe çê bike. Kongreya ENKSê me xwest di meha Nîsana 2015an em lidar bixin lê mixabin hatin ketin hundir û kursî şikênandin û xelk derxistin, nehîştin. Zemînek peyda nedibû ku tê de kongre çê bibe. ENKSê pêwîstiya wê pê heye ku kongreya wê bê lidarxistin. Hinek alî di nav civaka Kurdî hene ku ENKS dikare wan tevlî xwe bike. Ser gotinê rîspiyên deveran, kesên akademîk, xort, jin yanî ne tenê ev kesên ku niha di nav de dê heta hetayê bimînin, gelekî pêwîstî bi aktîfkirin û xurtkirina wê heye. Em dinêrin di derfeteke nêzik de bikaribin tê de kongreyê çê bikin.

Ne diyar e PDKS kengî kongreyê çê dike?

Me zeman diyar nekiriye lê em belgename û tiştên din amade dikin. Li gor zemîna ku peyda bibe em dixwazin di demeke nêzik de çê bibe. Ji ber endam û komeleyên me li her derê hene, hinek li Kurdistanê ne, hinek li Ewropayê ne, hinek li Tirkiyê û Lubnanê ne, anîna van kesan, mijara lojîstîkî pirsgirêk e niha. Wexta em dibêjin zemînek peyda bibe lê di tengaviya niha de zehmet e.

Hûn difikirin kongreyê di nav welêt de çê bikin yan li derve?

Heta ji me bê di nav welat de baştir e. Heger nebû li welatekî din yan li Herêma Kurdistanê jî dibe.

Hûn dê guhertinên cidî çê bikin di kongreyê de?

Bi rastî pêdivî pê heye, qonaxa meseleya Sûrî derkete holê, divê siyaseta mirov, alavên kar û li gorî derfetên heyî were kirin. Berî 2014an dema kongreya me ya yekîtiyê çêbû, wê demê rewş û nêrîneke cuda hebû, îro rastiyeke din li pêşiya me ye. Rewşa navdewletî, rewşa meseleya Sûriyê bi tev de, biryara 2, 2, 54 bi şiklekî cibicî bibe, şert û mercên ku opozîsyon tê de, yên miletê me tê de, li gorî van hemû tiştan partî hewce ye guhertinên nû û çalakiyên li gorî vê serdemê bike.

Ez dixwazim werim ser meseleya Diyaloga Kurdî-Kurdî ku tu hemû hûrgiliyên wê dizanî. Ez wek rojnamevanekî dişopînim, diyalog nema, êdî tiştekî bi navê diyalogê nemaye. Ne hûn pir li pey diyalogê ne, ne aliyê din pir li pey e. Ez texmîn dikim Amerîkî jî ewqasî ne cidî ne, israr nakin li hev werin. Hûn difikirin bedîlekî din bibînin li cihê wê diyalogê?

Em nabêjin nemaye, di serî de jî tunebû, heta aliyekî garantor ê wek Amerîka, hat ser xetê û serpereştiya civînan jî dikir. Me di demeke baş de gelek xal jî derbas kirin. Dema ku Amerîkî ne bi ecele bin, ji ber guhertinên rêveberiya Amerîkayê û rewşa Sûriyê, tedaxulên herêmî û navdewletî, van tiştan hîştiye ku ew cidiyet, xurtbûn bi lez çênebe, lê ENKS em ji aliyê xwe ve nabêjin diyalog nemaye, ji ber ku qenaata me pê heye ku helwesteke Kurdî çê bibe ku berjewendiya miletê tê de heye.

Dema ku tu dibêjî maye, çiyê diyalogê yan jî danûstandinan maye? Niha çi maye di navbera we û PYNKê de?

Rast e, delîl e ew aliyên din ne cidî ne û naxwazin çê bibe. Ji ber vê yekê binpêkirinan dikin. Ji ber ku em dibînin berjewendiya miletê me tê de ye, me piştî ew kiryarên tengav li ser heqê miletê, şewitandina ofîsan, girtina xelkê û desteserkirinan, yanî tengaviya tev de li ser endam û alîgirên me ENKSê de, tevî wê jî me nexşerêyeke ji 6 xalan da Amerîka ku çawa diyalog dest pê bibin. Amerîka ew nexşerê îmze kir, Kek Mazlûm (Kobanî) îmze kir. Eger ev diyalog berdewam bike berjewendiya miletê me tê de heye. Em cidî ne, me lîstik nedilîst, ew dixwazin vê diyalogê xirab bikin û ji xelkê re bêjin nemaye, gelek berpirsên wan dibêjin nemaye jî. Ew dibêjin nemaye, me negotiye nemaye. Amerîka dibêje heye û ofîseke me heye li ser danûstandinan, mebesta we di lîsteya sereke de li Washington, çavdêriya vê diyalogê dikin. Di van demên dawî de carinan me dibînin carinan me dibînin, ew nahêlin em gelekî dûrkevin, lê ne gelekî bi lez, ecele ne, ji me re tê xuyakirin ne bi lez in. Miletê me di tengasiyekê de ye, dixwaze zemînek peyda bibe, rihetiyek peyda bibe. Hîn dema ku danûstandinên li ser kaxizê ye şewitandinan dikin, sibe ku em bikevin nav hev û reveberiya hevpar, kar bi hev re bikin dê çawa bikin, dê xirabtir bikin. Aliyê din naxwaze, aliyê Amerîkî gelekî girîng e, cidî ye heta niha negotiye diyalog nemaye û wek ENKS me jî negotiye nemaye lê tehamula her rewşê bikin, xebata me berdewam e. Ji ber wê yekê jî em di nav rêzên opozîsyon Sûriyê de ne, em li aliyê navdewletî danûstandinan dikin, nav aliyên Ewropî, xebatên xwe di nav miletê xwe de, encûmenên xwecihî di hundir de û ew xebata neteweyî, Kurdî berdewam e, hemû xeyal jî li pêşiya me ne ku rêkeftin çêbû baş e ku çênebû jî xeyalên me yên din hene.

Heger hûn bi PYNKê re, yan jî PYD û rêveberiyê re neçûn serî, hûn ê çi bikin?

Me proje hene, nêrînên siyasî hene ji bo heqê miletê xwe. Me Bereya Huriyet û Selam heye ligel Ereb û Asûrî, danûstandin ligel hemû beşên opozîsyonê jî tên kirin. Em beşek in di Opozîsyona Sûriyê de, em ne bi tenê di nav Hemahengiyê de ne, têkiliyên me bi beşên din ên opozîsyonê re heye. Em beşek in di Heyeta Tefawid de, nûnerê me heye di lijneya Sûriyê de, di lijneya biçûk û ya berfireh de jî. Li ser van astan têkiliyên me berdewam in bi hemû aliyên peywendîdar re lewma hemû xeyal li pêşiya me ne. Em nûnerên doza xwe û miletê xwe ne, em ê parastina heqê miletê xwe bikin bi çi awayî dibe bila bibe, çi were pêşiya me em ê berdewam bin. Qenaata me heye ku em temsîla hizra neteweyî di dilê Kurdan de dikin. Emela Kurdên welatparêz maye ENKSê xwedî programek ku bi zelalî doza mafê Kurdan dike.

Meseleya hebûna we di nav opozîsyonê de, piraniya kesên ku ji we hez dikin, dibêjin hûn di nava Opozîsyona Sûriyê de çi dikin? Hûn israr dikin ku di nav opozîsyonê de bimînin, sedema israra we ya mayîna di nav opozîsyonê de çi ye?

Di destpêkê de xeyala miletê me, bi biryara ENKSê, cihê me di nav opozîsyonê de ye. Di rêya vê opozîsyonê de cara yekem doza Kurdan li Sûriyê bû dozeke navdewletî, ji asta teng derket ser asta navdewletî. Îro em bi rêya opozîsyonê bi çavdêriya navdewletî bi rejîmê re rû bi rû tên. Doza me gihîştiye astekê girîng. Nûnerê me di Lijneya Sûriyê de, gelek mesele hene, cem her du aliyan, mesele navê dewletê ye, alaya dewletê ye, bi zimanê Erebî ye, ji bo her du aliyan jî pirsgirêk nîne. Hebûna me di wir de gelekî girîng e ji bo miletê me, ji bo destûreke Sûriyê de mafên miletê tê de hebin. Ser vê yekê 22 milyon Sûrî hene, diyar e em ê bi wan re bijîn. Rast e di nav opozîsyonê de hinek aliyên tundrew ên Îslamî hene, alî hene ji rejîmê jî wedetir lê ne ew hêza destê rejîmê de di destê wan de nîne. Yanî dikarin li dijî me bisekinin, her civata ku ENKS tê de hazir be, nîqaşan de em doza Kurdî û hebûna miletê Kurd ji wan re şîrove dikin. Heta niha em şanaz in bi wê rêkeftina ku me bi opozîsyonê re kirî, em li ber miletê xwe ne fedîkar in, ji ber me doza heqê Kurdî kiriye, bi wan re rûniştî ne.

Belgename li ser kaxizê ne ku we îmze kiriye lê tevgerên opozîsyonê li cihên din berovajiyê wê belgenameyê ne.

Rast e, opozîsyona niha ne wek ya berê ye, li gorî guhertinên di rewşa Sûriyê de û aliyên navdewletî, di opzîsyonê de guhertin çêbûne lê belgenameya di nav me û wan de sabit e. Ew ji dîroka miletê me re ye, sibe heqê me di belgenameyê de wê derkeve. Belgenameya rêya du, lêveger e di Heyeta Tefawidê, Beyana Rûya Du, Sûriya fire netewe, fire ayîn e û ev bi biryareke hiqûqa miletan e ku pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryanî hwd. ne. Heger Kurd ne di nav de bûna kesekî ev xal nedixistin Beyana Rûya Du. Hinek tiştên opozîsyonê hene ku em jê ne razî ne, mijara Artêşa Azad e ku em tê de ne berpirs in, em di Hikûmeta Opozîsyonê de ne berpirsyar in, di çi astan de be. Em bi hebûna siyasî di opozîsyonê de ne. Taybetmendiya me jî ew e ku em opozîsyoneke di hundir de ne.

Hûn dibêjin em di nava opozîsyonê de lê ne di nava Hikûmeta Opozîsyonê de ne. Tu bi vî rengî nikarî xwe bidî efûkirin, hûn di nav opozîsyonê de ne, siyasiyen hûn di nav de ne, tu dibêjî leşkeriyen em ne di nav de ne yan jî em ne di nava Hikûmeta Opozîsyonê de me lê ew hikûmet ya opozîsyonê ye û hûn beşek in ji opozîsyonê.

Ez beşeke heyeta siyasî ya opozîsyonê me lê bi rastî ez ne şirîkê hikûmetê me. Heger ez şirîk bûma ez ê di nav de bûma. Bi ti postan em ne di nav de ne. Em ne şirîk in û me ji wan re gotiye ku ji ber çi em nabin şirîk. Ez beşê girîngê opozîsyonê me, di rûya siyasî de û ez pabend im li ser belgenameya ku min û opozîsyonê îmze kiriye. Bi wê belgenameyê min heqê miletê xwe tê de parastiye. Heta niha ji opozîsyonê baştir gorî wê belgenameyê qebûl nekiriye ji Kurdan re, heger hineke din baştir bikin ez ê herim wir.

Kek Mihemed niha te bi rêya opozîsyonê xwe gîhande astekê ku tu pirsa Kurdan bi raya giştî ya cîhanê bidî nasansin, bikevî nava desteya danûstandinan, komîteya destûrê lê mebesta min ne di nava opozîsyonê de, mebesta min hebûna we di nava îtîlafê de, hûn her israr dikin di nava îtîlafê de bimînin?

Ev ne israr e, me heta niha bedîlekî jê baştir nedîtiye û ku em ne di nav siyaseta Sûriyê de bin, hemû aliyên navdewletî ji me re dibêjin, dema em ji wan re dibêjin piştevaniya heqê miletê me bikin, divê pêşeroja Sûriyê de rola me hebe, hûn piştevan bin. Dibêjin heger hûn ne di nav qada siyasetê de bin em nikarin tiştekî ji we re bikin.

Hûn bûyî  Îtilafê nikarin di nava komîteya destûrê û danûstandinan de cîh bigirin, hûm mecbûr in bi rêya Îtilafê biçin?

Îtilaf beşa herî berfireh e di nav opozîsyonê de. Her heft beşa Heyeta Tefawidê 3-4 jê ji Îtilafê ne, berpirs û çend postên din ji Îtilafê ne.

Tu aliyek wek mecbûr dike ku hûn di nava Îtilafê de bimînin?

Na, ENKS, miletê me tev dizane ku biryara wê ji xwe ye û ti aliyekî din me icbar nake. Em nûnerê xwe ne, nûnerê doza Kurdî ne, em doza Kurdî bi ti aliyên herêmî û cîhanê ve girênadin. Ev rêya Rêbaza Barzanî ye, Barzanî ti caran doza Kurdî girênedaye bi aliyên herêmî û cîhanî, her li ser berjewendiya miletê Kurd bûye.

Hûn pê dihisin ku helwesta we li hemberî Efrînê lawaz û sist bû yan jî bê helwest bû?

ENKS ne bê helwest bû, her qonaxeke ku tengasî hatiye serê miletê me, me beyanname derxistiye, rast e me nikariye wan ji wir rakin. Du belgeyên din ji xeynî ya ku em ketin nav Îtilafê hene, yek piştî dagirkirina Efrînê, me û Îtilafê îmze kiriye û yek piştî Serêkaniyê. Ew jî me nêrînên xwe eşkere kirine tê de, em ne fedîkar in ji wê belgenameya xwe û me devê xwe li tiştekî negirtiye, ne me kêmasiyek qebûl kiriye. Em daxwaz dikin ku çi bi heqê miletê me neyên, bi çi şêwazên ku em karibin heger bi rêya hemahengiyê be, bi rêya aliyên navdewletî be, bi rêya hiqûqî be ti caran me kêmasî li ser heqê miletê xwe qebûl nekiriye.

Ji ber hûn têne rexnekirin ku we nikaribû rast helwesta xwe ji bo Efrînê nîşan bida li hemberî çekdaran, we bi fermî negot ku Efrîn hatiye dagirkirin û divê çekdar ji wir derkevin, Efrînî vegerin. Helwesta we di vî warî de lawaz bû.

Beyannameya me diyar in û gelekî hişk in. Meseleyeke hestyarî ketiye nav miletê me, di siyasetê de ne wisa ye ku divê ez tiştekî bêjim ku xelk ji min re tiştên baş bêje. Ez ê tiştekî bêjim ku berjewendiya miletê min tê de hebe. Ez niha bi te re diaxivim, axavtina min ji bo wê ye ku yek ecibandinekê bike, bêje li gor dilê min got. Ez ê li gor berjewendiya miletê xwe du gotinên şaş bêjim, rewşa xwe di nav navdewletî xirab bikim ku sûd ji Kurdan re tê de tunebe. Divê siyasetê bikî, ne bi hestyarî. Di nav miletê me de hestyarî gelekî xurt e.

Hûn dikarin ji bo Pêşmergeyên Roj biryarê bidin?

ENKSê Pêşmergeyên Roj temennî kiriye lê îmkanên ENKSê û derfet peyda nebûye ku ENKS rahêneriyê bike. Ew ên ku ji leşkeriya Sûrî reviyan karîn li Kurdistanê, xelkê Kurdên Sûriyê tevlî xwe kirin. Hemû keç û xortên Rojava ne. Ji bo dijitiya aliyên Kurdî nehatine perwerdekirin. Pêşmergeyên Roj destdirêjî li ti kesan nekiriye, heqê kesî nexwariye û ne jî xwe perwerde kirine li dijî aliyekî siyasî. Xwe hazir kirine rojek ji rojan xizmeta miletê xwe bikin. Li gor programa ENKSê bibe sîwaneke siyasî jê re bikaribe ew helwesta ENKSê çawa xizmeta miletê xwe û pêkhateyên deverê jî were kirin. Pêşmergeyên Roj li ser wê exlaqê hatiye avakirin.

Biryara wan (Pêşmergeyên Roj) di dest ENKSê de ye?

Biryara wan dema ew hatin Sûriyê dê dest ENKSê de be, niha biryara wan ji derveyî ENKSê ye, ji ber ku derfetên ENKSê nînin ku wan îhtîwa bikin. Cihê spasiyê ye ku Kurdistana Iraqê karîbû wan vehewîne û cihekî bide wan û nehêle tiştên xirab di nav wan de peyda bibin. Di şerê DAIŞê de jî tecrubeyeke baş jî wergirtin, serê miletê Kurd bi wan bilind e.

Niha li Rojavayê Kurdistanê serjimêrî tê kirin. Helwesta we çi ye?

Dema li welatan serjimêrî çêdibe ji bo berjewendiya milet çêdibe, ji bo ku bizanibin çawa xizmeta milet bikin lê ev serjimêriya ku rêveberî dike, tiştekî veşartî ye. Ne milet dizane ji bo çi ye ne jî ew dibêjin ku ji bo çi ye. Ji Dêrikê destpê kirine. Ez dibêjim ji ber Dêrik gelemperî Partî ye lê armanc ne diyar e. Di vê demê de miletê me ji xeynî serjimêriyê pêwîstiya wan bi gelek tiştên din heye. Tê berçavên min ku xizmeta ajandayeke hizbî tê de heye. Pêwîstiya miletê me bi tiştên din heye, xelk ji Rojava direve. Pêwîstî bi tişteên wek nan û mazot û tiştên dun heye. Berî ku xizmetê bikin radibin serjimêriyê dikin. Rastî ne wisa ye, ew rojane birçî û tazî dimeşin tu dibêjî ez ê wan bijmêrim, tu yê bijmêrî çi bikî, ji çi re ye? Ne baş e diyar bibe nifûsa me çend e niha, ji ber ku gelek ji wan niha di kampan de ne li Kurdistanê, wê çawa werin hejmartin, hinek li Tirkiyê ne, hinek li Lubnanê ne, yê Ewropayê ne. Wek dibêjin miletê me tarûmar bûye, belawela bûye. Ev bêhtir xizmeta rejîmê dike.

Gelekî spas Kek Mihemed ku te bersiva van pirsan da.