Filistîn- 55 hezar kurd li Kerta Xezayê hene

Xeza (Rûdaw)- Hejmareke zêde ji kurdan li Îsraîl û Filistînê dijîn, ku bi tenê li Kerta Xezayê 55 hezar kurd dijîn.

Ev malbatana di demeke zû de li wan welatan niştecîbûne. Tîma Rûdawê li Kerta Xezayê koka kurdên wî welatî şopand û eşkere bû ku, tenê li wê kertê 55 hezar kurd hene.

Malbata El-Kurdî yek ji malbatên navdar in ku her kes li wir dizane ew kurdin. Lêkoler û akademîsyenê ji wê malbatê, Dr. Xisir Kurdî, ji Rûdawê re wiha got: “Em ji malbateke kurd in, ku beriya 200 salî fermandarê kurd, Murad ji serdema hûkmê Tirkiyeyê hatibû gundekî bi navê Neced li Kerta Xezayê û piştre li vir mabû. Em jî neviyê neviyê wî ne.’

Şanaziya wan malbatên kurd bi eslê xwe, bi eşkere diyar dibe ku wêneyê serkirdeyê misilman ên kurd Selahedînê Eyûbî bi malê xwe ve daliqandine.

Dîroka çûna kurdan bo Filistînê ji kevin de dest pê kiriye, ku vedigerin bo serdema Selahedînê Eyûbî û piştre hejmara wan zêde bûye.

Dr. Xisir Kurdî wiha domand: “Ew kurdên ku di dema Selahedînê Eyûbî de hatine, ligel fermandarekî mêrxas bi navê Şûca Eldîn hatine vir û bajêrek bi navê Şûcaiye ava kirine û niha jî piraniya wê kurd in.”

Dorpêçiya ser Filistîn û şerê berdewam li wir bûne sedem ku ku kurdên wî welatî ji meriv û malabatên xwe yên li Kurdistanê qût bibin, lê ew dibêjin, her hewl didin ku ew pêwendî çêbibin.