Îsraîl ava vexwarinê dirijîne golê

16-04-2022
RÛDAW
Îsraîl ava vexwarinê dirijîne golê
Îsraîl ava vexwarinê dirijîne golê
Nîşan Av Îsraîl Deryaya Spî Ava Şor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîl ji bo tijîkirina deryayê, ava şîrînkirî dirijîne nav deryayê.

Tê zanîn ku ava şor a deryayê tê şîrînkirin û di nav mal û kargehan de tê bikaranîn lê Îsraîl berovajî vê, ava şîrînkirî dirijîne nav deryayê.

Endazyarê avê Zev Cohen li ser rijandina ava şîrînkirî bo deryayê got, “Em li vir asta avê diyar dikin û ava zêdeya nav wêstgehên şîrînkirina avê yên ku li naverasta welat in, vedigerînine nav Gola Celîlî.”

Asta Deryaya Celîlî ji ber barîna barana kêm û bikaranîna zêde ji sala 2010an vir ve ji %15 daketiye û hindik maye bimiçiqe.

Zev Cohen her wiha anî ziman, “Di salên derbasbûyî de baran gelekî kêm bariya û asta ava çeman kêm bûye, ji ber vê jî ava nav Gola Celîlî jî daketiye.”

Kompanyayeke Îsraîlî wêstgeheke şîrînkirina avê li kêleka deryayê bi 300 milyon dolaran zêdetir ava kiriye, ava Deryaya Spî bi boriyan digihîne wêstgehê û ava zêde ya ku naşîne malan vedigerînine nav Gola Celîlî.

Rêveberê Kompanyaya Avê ya Îsraîlê David Mohilgey got, “Em li vir proseya gihandina avê encam didin. Ava şor a Deryaya Spî werdigirin, xwêya wê jê derdixin û dikine ava şîrîn a vexwarinê.”

Wêstgeh salane ji 137 milyon m³ zêdetir ava şîrîn çê dike, 127 milyon m³ dide malan û 10 milyon m³ ava şîrîn jî dirijîne Gola Celîlî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst