Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Kesê hatiye girtin nûnertiya Kurdan nake

16-04-2020
RÛDAW
Ehmed Mîsmarî
Ehmed Mîsmarî
Nîşan Kurd Lîbya Ehmed Mîsmarî Pêşmergeyên Roj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Niştimanîya Lîbyayê ragehand, ew kesê ku di nav rêzên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Lîbyayê, ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin, nûnertîya gelê Kurd nake û “terorîst tenê nûnertîya xwe dikin.”

Ehmed Mîsmarî, Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, di konferanseke rojnaemvaniyê de, behsa wî kesê Kurd kir ku di nav rêzên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Lîbyayê, ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, di wê konferansa rojnamevanî de, tekezî li ser wê kir, Kurd netewek mezin û azadîxwaz in û ji bo pirsa xwe ya netewî şer dikin.

Ehmed Mîsmarî, amaje bi gotinên xwe yên berê kirin û careke din dûpat kir ku çawa dibe kesekî Kurd pirsa netewa xwe paşguh dike û bê “bi kirê bê girtin û bê li Lîbyayê şer bike.”

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê got, “Kurd berdewam di bin zulmê de bûne û di destê dagirkeriya Tirkiyê de dinalin. Ew netew ji bo azadiyê şer dike. Mafê wan e ku ji bo azadiyê şer bikin. Çawa dikare kesekî wê netewê bikirê bê girtin ji alîyê îstixbarata Tirkîyê ve, bînin Lîbyayê û li Lîbyayê şer bike.”

Herwiha Ehmed Mîsmarî tekez jî kir, “Min ew zanyarî dabûn ku gelek kesên kirê girtî anîne Lîbyayê, lê ew nayê wê wateyê ku ew kes nûnertîya gelê Kurd bike. Terorîst nûnertiya gelê xwe nakin, tenê nûnertiya xwe dikin. Bi taybet li Lîbyayê jî nav xelkê Lîbyayê bixwe jî gelek terorîst hene.”

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî çend roj berê di konferanseke rojnaemvaniyê de li bajarê Bingazî ragihandibû, kesekî bi navê “Şakir Ferman Salih Boncuq” ku ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin ku ew kes endamekî grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bûye.

Li ser vê mijarê, ji aliyê çendîn medyayan ve hatibû îddîakirin ku peywendiya wî kesê hatiye girtin, bi Pêşmergên Roj hene û li Başûrê Kurdistanê rahênan dîtiye.

Lêbelê Fermandariya Giştî ya Leşkerê Roj pêştir red kiribû, ku ti pêwendiya kesê ku li Lîbyayê hatiye desteserkirin, bi hêzên Leşkerên Roj re hebe û ragihandibû, hin aliyên ser bi PKKê ve hewla xirabkirina navê hêza wan didin.

Fermandariya Leşkerê Roj gotibû, “mebesta belavkirina nûçeyên bi vî rengî ji aliyê medyaya nêzîk PKKê ew e ku navê Pêşmergeyên Roj qirêj û lekdar bike.”

Di daxuyaniyê de wiha hartibû gotin: “Gelek portal û malper û torên civakî, nûçeya desteserkirina Şakir Ferman Boncuq ji aliyê desthilatdarên Lîbyayê ve belav kirine, ku ew kes şer ji bo hêzên kirêgirtî yên Tirkiyê kiriye, malperên ser bi PKKê ve jî derfet dîtine û belav kirine ku ew kesê navhatî pêşmergeyê hzên Leşkerê Roj e, wek hewldanekê ji bo xirabkirina navê pîroz ê vê hêzê, lewra me pêwîst dît ku hemû aliyan agahdar bikin bi vê zelalkirinê.”

Herwiha Fermandariya Pêşmergeyên Roj dabû zanîn, ku Şakir Ferman Salih Boncuq di sala 2012an de ji Sûriyê ligel malbata xwe ji ber şer û pevçûna direve wek penaber direve Başûrê Kurdistanê, lê piştî demekê diçe Tirkiyê û her li wî welatî dimîne û ji hinge ve nevegeriyaye.

Bavê Şakir Ferman Salih Boncuq, Ferman Boncuq jî ji Rûdawê re axivî bû û red kiribû ku kurê wî yek rojê jî tevlî Pêşmergeyên Roj bûbe, got ku ew tiştên niha dikin rojev hemû senaryo ne.

Boncuq red kir ku kurê tevlî Pêşmergeyên Roj bûye û derbarê vê yekê de jî got: “Şakir di sala 2015an de hate Kurdistanê. Rast e sê birayên wî Pêşmerge bûn û me dixwest ew jî bibe Pêşmerge, çimkî Kurdistanê şerê terorê dikir. Wê demê xortên Kurd şerê DAIŞê dikir, lewma me jî xwest ew bibe Pêşmerge. Di sala 2016an de hinek nakokî di navbera min û wî de çêbû û min jê re gor ku êdî tu ne kurê min î. Ev jî derket çû Tirkiyê. Birayekî wî şehîd bûye û yek birîndar e herwiha yek jî li ser erka xwe ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst